Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Helebê li dijî dagirkeran li ser piyan e

HELEB – Bi sedan endamên YCR`ê û welatiyên bajarê Helebê ji bo şermezarkirina kiryarên Artêşa Tirkiyê ya dagirker ku li dijî Bakûrê Sûriyê pêk tê meşiyan. Ciwanan her wiha azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwestin.HELEB-MESA-CEWANE-LI-TAXIN-ROJHLATI-HELEB ‫(1)‬ ‫‬

Rêxistina Yeketiya Ciwanên Rojava (YCR) ya bajarê Helebê bi armanca şermezarkirina êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê meşek lidar xistin.

Bi sedan ciwan, endamên saziyan û şêniyên taxên rizgarkirî yên Helebê jî beşdarî meşê bûn. Meşvanan alên  YPG`ê û YPJ`ê, TEV-DEM`ê, YCR`ê û Kongra Star hildabûn, her wiha pankartên bi nivîsên  ʺbi rih û can em didin te Şehbayêʺ,” Bijî azadiya gelan û jiyana hevbeşʺ û hin parkatên din vekiribûn.

Meş li pêşiya navenda Şehîd Ferzende ya li taxa EL-Heyderiyê destpê kir. Girseya ku bê navber diruşme davêtin heta Camiya Omir Bin Xetab a li taxa Hulik Foqanî meşiyan. Li vir  girseya gel kom bû û axaftin hatin kirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Rêveberiya Meclîsa Ciwanan Mehmûd Mihemed, Hevserokê Meclîsa Hulik Foqanî Abdulah Ebid EL-Hemîd û Endama Kongra Star Xada Benan avivîn.HELEB-MESA-CEWANE-LI-TAXIN-ROJHLATI-HELEB ‫(153223681)‬ ‫‬

Di axaftinan de êrîşên Arêtşa Tirk ûçetyên wê hatin şermezarkirin û berxwedana 14ʹê Tîrmehê ahtebîranîn û hate gotin ku berxwedana îro li Rojava berdewama berxwedana wê demê ya şehîdan e.

Di axaftinan de her wiha tecrîda giran ku li dijî Ocalan hatiye ferizkirin hate şermezarkirin û hate gotin ku dagirker wê têk biçin.

Piştî axaftinan girseya gel meşa xwe bi diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re re bi dawî bû.

(jo/dc)

ANHA

HELEB-MESA-CEWANE-LI-TAXIN-ROJHLATI-HELEB ‫(153223682)‬ ‫‬ EBDELA EBD ELHEMID