Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên herêma Cizîrê beşdarî ‘Berxwedana Serdemê‘ dibin

Dîmen

QAMIŞLO – Ciwanên herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew ê biherikin Efrînê û tevlî Berxwedana Serdemê’ dibin û bang li hemû ciwanan kirin ku bi rihekî seferber li dijî dagirkeriyê serî hildin.

Îro bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo bi meşekê êrîşa dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kirin. Ciwanên ku tevlî meşê bibûn daxuyaniyek dan û tevlîbûna xwe ya ji bo ‘Berxwedana Serdemê‘ ragihandin.QAMISLO-DI-MESE-DE -CIWAN-BIRYARA-TEVLIBUNE-DAN (1)

Ciwanan di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:

“Îro em wek sed ciwanên herêma Cizîrê biryara tevlîbûna nava refên berxwedana Efrînê didin. Ev biryara me ya pîroz me xwast di çalakiya ‘Herder Efrîn, herder berxwedan‘ de ji bo gelê xwe ya bi rûmet ragihînin.

Dijminê xwînxwar, dewleta faşîst Tirkiyê ev çil salan bi xewn û xeyalan gelê Kurd û berxwedêr îmha bike êrîşê xwe bi awayekî hovane li ser me dimeşîne, lê me çawa ku van êrîşan li Zapê, Oremarê, Surê, Cizîrê, Nisêbînê, Şengal û Kobanê, îro em ê li Efrînê jî vala derxînin. Çeteyên ku dixwaze li ser xwîna gelê me hebûna xwe berdewam bike, bila baş bizanibin ku em ê wan di xwîna wan de bifetisînin. Em wekî ciwanên Kurd, Ereb û Suryan li hember hovîtiya Erdogan û dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin. Ji gelê xwe re soz didin ku bi vê serî hildanê em ê dawiya faşîzmê bînin.

Wekî tê zanîn di nava vê hefteyê de 18 ciwanên ji Cizîrê berê xwe dan Efrînê. Ciwanên ku ji Kobanê jî herikin Efrînê, em wan jî silav dikin. Hêza ku em ji wana digirin, wekî mezinkirina vê biryarê em soza xwe didin, heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê şer bikin. Ev ne gava dawî ye. Ev berxwedan bi tevlîbûna ciwanên tevahî Bakurê Sûriyê dê serbikeve. Hemû ciwanên xwendekar, karker, jinên ciwan bila tevlî govenda me ya azadiyê bibin. Em ê carek din bi vê govendê ve hêz û vîna ciwanên apoyî nîşanê tevahî gelên cîhanê bikin.

Dem dema serîhildanê ye. Roj roja serkeftinê ye. Ev berxwedana serdemê em ê bi tevlîbûna hezaran ciwanan, bi tunekirina faşîzma Erdogan ve tacîdar bikin. Gelê Efrînê ne bi tenê ye, heta ku yek ciwan jî bimîne em ê axa xwe, welatê xwe, doza xwe, gelê xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk biparêzin. Li ser vê soza xwe em îro silah radikin û berê xwe didin cebheyên şer li Efrînê.

Li ser van esasan em bang li hemû ciwanan, jinên ciwan dikin ku ev riya pîroz ji xwe re hilbijêrin. Bi rihekî seferber biherikin, têkoşîn, berxwedan û serhildanan. An em ê serkevin, an em ê serkevin, derveyî vî ti rê li pêşiya me nîne. Bi vê serkeftina mezin em ê bi Rêberê xwe re li ser vê axa pîroz jiyanekê azad avabikin. Rojên azad nêzî me ne. Ji bo meşa azadiyê em wekî ciwanên herêma Cizîrê gavekî diavêjin. Em hêvî û bawer dikin ku hemû ciwanên Bakurê Sûriyê jî piştî vê gavê wekî lehiyekî biherikin meşa me ya azadiyê. Bila gelê me baş bizanibe, ne bê xwedî ne. Ciwanên şerker û berxwedêr ew ê carek din bi tunekirina dagirkeriyê dîroka azadiyê binivisînin. Serî Hildin. Berxwebidin. Bi têkoşînê mezinkirinê dawiya faşîzma Erdoğan û çeteyên wî bînin!”

Daxuyaniyî bi dirûşmeyên; Bijî Serok APO, Bijî berxwedana Efrînê, Serî Hilde. Bi dawî bû.

 (mk/sî)

ANHA