Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên herêma Firatê: Em fedayê Ocalan in

DIYAR EHMO – AZAD SEFO

NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên ji herêma Firatê ku ji bo Ocalan beşdarî meşa dirêj a ciwanan a ji bajarê Serêkaniyê ber bi Qamişlo bûne, diyar kirin ku ew ji bo Ocalan fedayî ne.

Meşa ciwanan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ku di çarçoveya hemleyê “Serî Hilde” de ji 3 baskan, Serêkaniyê, Hesekê û Dêrikê ber bi Qamişlo ve hatiye organîzekirin, kete roja xwe ya 6‘an û bi hêrseke mezin didome.

Ji herêma Firatê jî ciwan beşdarî meşê bûne. Ciwanên ku ji Minbic, Sirîn û Kobanê hatine Cizîrê armanca tevlîbûna xwe ya ji bo meşê ji ajansa me (ANHA) re diyar kirin.

DIALA KOBANI

Diyala Mistefa  armanca tevlîbûna xwe wiha destnîşan kir “Meşa me kete roja xwe ya 6‘an de. Armanca me ji vê tevlîbûnê ew e ku rewşa tendurûstî ya Rêber Ocalan werer diyarkirin. Heger tu zirar bighêje Rêberê me wê Erdogan berdêlên mezin ên vê yekê bide.”

Diyala di axaftina xwe de tekez kir ku ew ji bo diyarkirina rewşa ewlehî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiyên hemleya “Serî Hilde” bidomînin.

SORAS KOBANI

Şoreş Kobanê jî ji aliyê xwe anî ziman ku ew ji bo diyarkirina rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine herêma Cizîrê û  tevlî meşê bûne û tekez kir ku ew ê hemleya xwe heyanî diyarkirina rewşa ewlehiya Rêber Ocalan berdewam bikin.

Ciwanê bi navê Mihsin Casim ê ku ji bajarê Minbicê tevlî meşê bûye di vê çarçoveyê de wiha axivî: “Em weke ciwanên Minbicê kiriyarên dewleta Tirk a şofînist şermezar dikin, her wiha em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em dixwazin ku rewşa tendûristiya wê were diyarkirin.”MIHSIN ALGASIM

Casim di nava axaftina xwe de anî ziman ku Ocalan rêberê mirovahiyê ye, rêberê gelên bindest e, rêberê aştiyê ye û got ” Bi saya fikir û felsefa wî em gihan vê pêvajoya dîrokî.”

Gelhat Kobanê jî diyar kir ku bi mebesta ku rewşa Ocalan were diyarkirin û tecrîda li ser wî hatiye ferzikirin, şermezar bikin, bi seda kîlometreyan meşiyane.

KILHAM KOBANI

Gelhat Kobanê kiriyarên dewleta Tirk ên derheqê gelê Kurd û Rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: “Tu tişt îradeya me naşkîne û em ê heyanî dawiyê bi saya fikir û felsefa Rêberê xwe ber bi pêvajoya dîrokî ve bimeşin”.

Kobanê di dawiya axaftina xwe de peyamek ji dewleta Tirkiyê re sand, û wiha axivî: “Em canê xwe fedayê Ocalan dikin. Tu kes nikare roja me tarî bike û em ê bi hemû hêza xwe li dijî dewleta Tirk bixebitin heyanî ku Rêberê me azad were berdan”.

(bx)

ANHA