Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Hesekê jî berê xwe dan Qamişlo

HESEKÊ – Ciwanên bajarê Hesekê ji bo piştgiriya pêngava “Serî hilde” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Çerxeriya Sebax a bajarê Hesekê ber bi bajarê Qamişloyê ve ketin rê.HSK-MESA-CIWANA-JI-BO-SEROK (2)

Meşa ciwanan hetanî ku bigihêjin bajarê Qamişlo wê 6 rojan dirêj bike. Rojane wê 15 kîlometreyan li ser lingan bimeşin û di dawiya her rojekê de wê agir pê bixin.

Ji rêveberên Yekîtiya Ciwanên Rojava Ardar Kobanê bal kişand ku ev çalakiya hanê ji bo kiryarên dewleta dagirker a Tirkiyeyê bersiv e û got: “Wê ciwanên Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo kom bibin û di roja dawî de çalakiyekê organîze bikin.

Beriya ku meşa dirêj a ciwanan dest pê bike, endama Yekîtiya Xwendekaran Nîroz Hesen li ser navê YCR’ê daxuyaniyek xwend û tê de kirinên dewleta Tirk û tecrîda giran a li ser Ocalan bi tundî şermezar kir.HSK-MESA-CIWANA-JI-BO-SEROK (3)

Ji herêma Serêkaniyê û Dêrikê jî di çarçoveya heman çalakiyê de ciwan ketine rê û berê xwe dane bajarê Qamişloyê.

Hersê meşên dirêj ên ciwanên Herêma Cizîrê wê di 27’ê mijdara 2017’an de li bajarê Qamişlo bigihjin hev.

(he)

ANHA

HSK-MESA-CIWANA-JI-BO-SEROK (1)