Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Kobanê amade biçin Efrînê

KOBANÊ – Ciwanên kantona Kobanê bi daxuyaniyekê gotin ku wê dawiya dewleta Tirk li Efrînê be û ragihandin ku amade ne berê xwe bidin Efrînê û tevlî şer bibin.

Çalakiya protostokirinê ya ciwanên Kobanê ku ji bo bo diyarkirina rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû organîzekirin didome.

Ciwanên Kobanê di çarçoveya çalakiyê de li hemberî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Efrînê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Dewleta Tirk bi hemû hêz û teknolojiya xwe êrîşî Efrînê dike û hewl dide ku herêmê dagir bike, lê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parsatina Jin bi piştgiriya gelê Efrînê li ber xwe didin. Wê li Efrînê dîsa dîrok dûbare bibe û bi rihê berxwedaniya Kobanê wê dawiya dewleta Tirk li Efrînê were.

Wekî ciwanên Kobanê em amade ne tevlî berxwedaniya Efrînê bibin em amade ne û me amadekariyên xwe jî kiriye. Di vê qonaxa nazik de cihê ciwanan li kêleka YPG û YPJ’ê ye. Em bang li hemû ciwanan dikin ku bi rihê seferberiyê beşdarî berxwedaniyê bibin. Dem ne dema bêdengiyê ye.”

(he)

ANHA