Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Kobanê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

KOBANÊ – Şêniyên bajarê Kobanê ji bo azadiya Ocalan, daketin qadan.KOBANE-MESA-JI-BO-SEROK ‫(1)‬

Di çarçoveya kampanya ″Biparêze″ de, bi sedan ciwanên bajarê Kobanê ji bo azadiya Ocalan daketin qadan. Meş ji qada Jina Azad ber bi kolana 48′an ve herikî û li ketina başûrê bajêr rawestiya.

Li wir Endama Yekîtiya Jina Ciwan Medya Elî daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku ciwan li hember tecrîda li ser Ocalan bêdeng namînin û soza domandina têkoşînê da.  Her wiha helwestên navneteweyî li hember vê yekê şermezar kir.

Di dawiya daxuyaniyê de Medya anî ziman ku azadiya Ocalan, azadiya tevahî gelên herêmê ye.

(mm)

ANHA

KOBANE-MESA-JI-BO-SEROK ‫(154010113)‬ ‫‬ KOBANE-MESA-JI-BO-SEROK ‫(154010114)‬ ‫‬