Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Kobanê şehîd Hogir bi bîr anîn

KOBANÊ – Ciwanên Kobanê şehîd Hogir di 4′emîn salvegera şehadeta wî de, bi bîr anîn.  KOBANE-BIRANINA-SEHID-HOGIR1 ‫(1)‬

YCR′ê li Kantona Kobanê bi boneya bîranîna şehîd Hisên Mislim Cradê (Hogir Xebatkar) ku di 27′ê Tîrmeha sala 2013′an de şehîd bûye, civînek li dar xistin.

Di civînê de bi dehan ciwanên Kantona Kobanê, Endamê Rêveberiya YCR′ê Hogir Kobanê û malbata şehîd, amade bûn.

Di civînê de xalê şehîd, Xalid Ciradê û bi navê YCR′ê Hogir Kobanê axivîn, şehîd Hogir bi bîr anîn û dane zanîn ku Hogir di rêvebirina ciwan û xwendekaran de roleke girîng lîst.

Axaftvanan her wiha soza domandina têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşê, nû kirin.KOBANE-BIRANINA-SEHID-HOGIR1 ‫(144376322)‬ ‫‬

Di dawiyê derbarê jiyana cangoriyên azadiyê Zinar, Metîn û Hogir, sînevizyonek hat pêşkêşkirin.

Civîn bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û ″Bijî berxwedana Ocalan″ bi dawî bû.

(mm)

ANHA