Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Kobanê û Girê Spî tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

KOBANÊ – Endamên du tabûrên ciwanan ên bajarê Kantonên Kobanê û Girê Spî bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan meşek li dar xistin û toraneke leşkerî li dar xistin. KOB-MESA-CIWANAN1 (4)

Meş bi beşdariya bi dehan Endamên tabûrên ciwanan ên Kobanê û Girê Spî ji navenda YCR′ê ya bajarê Kobanê dest pê kir û li qada Aştiyê rawestiya.

Ciwanan cilên leşkerî li xwe kiribûn û dirûşmeyên ″Bê Serok jiyan nabe″ û silavkirina berxwedana Ocalan, qîr kirin. Her wiha wêneyên Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk û YCR′ê hildan.

Li qada Aştiyê Endamê Rêveberiya YCR′ê Xelîl Xişman daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de tercîda li ser Ocalan hat şermezarkirin û hat zanîn ku ew ê li hember êrîşên dewleta Tirk ên li dijî şoreşa Rojava bêdeng nemînin.

Di berdewama daxuyaniyê de ciwanan soza parastina welat dan û bang li ciwanên Kurdistanê kirin ku çalakiyên piştgiriya Ocalan li dar bixin. KOB-MESA-CIWANAN1 (1)

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan gotina Ocalan a ″Me bi ciwanan dest pê kir, em ê bi ciwanan bi ser bikevin″ dubare kirin û diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.

Piştre ciwanan bi erebeyan li nava kolanên bajêr geriyan, alên Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk û YCR′ê, her wiha wêneyên Ocalan hildan pê dirûşmeyên ″Bijî Serok Apo″ berz kirin.

(mm)

ANHA