Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Kobanê û Şengalê parastina gelê xwe yê Efrînê dikin

Dîmen

HEMRÎN ŞÊXO – SÎMAV XELÎL

EFRÎN – Ciwanên Kobanê û Şengalê beşdarî Berxwedana Serdemê bûne, li hember êrîşên dagirkeriyê şer dikin û gelê xwe yê Efrînê diparêzin.

Ciwana bi navê Têkoşîn Tolhildan (20) ji kampa Rustem Cûdî ya Başûrê Kurdistanê (Mexmûr) ye. Di malbateke welatparêz de mezin bû, dibistana amadeyî bi dawî kir û ji ber ku beşdarî Berxwedana Serdemê bû, xwendina xwe rawestand.

Têkoşîn berê xwe da Efrînê, beşdarî Berxwedana Serdemê bû û li eniyên pêş cih girt.

Têkoşîn derbarê berxwedana ciwanan a li Efrînê de ji ANHA′yê re axivî û da zanîn ku ew ji komkujî û hovîtiya dewleta Tirk natirsin.

Têkoşîn da zanîn ku dewleta Tirk gelê niha li Mexmûrê dijî ji warên wan da koçkirikn, bi hemû rêbazan zulm û serdestî li wan kir û dixwaze heman tiştî bi serê gelê Efrînê ye.

Têkoşîn bi rûkeniya xwe bi ser bilindî got, ″Wê ciwanên Efrînê bi ser bikevin û azadiya xwe bi dest bixin. Divê hemû ciwanên Rojava li hember dagirkeriyê serî hildin.″

Têkoşîn diyar kir ku gelê Efrînê bi kêfxweşî û moralekî bilind pêşwazî wê kirin û wiha axivî, ″Ez jî pir kêfxweş bûm ku ez hatin Efrînê da gelê xwe biparêzim.″

DLBER BOTAN

Ciwana bi navê Dilêr Bozan Selûcî yê ji bajarê Kobanê jî da zanîn ku wî sonda parastina axa Efrînê xwaribû û berê xwe da Efrînê da tevahî cîhan bizanibe ku hêza ciwanan heye çekê hilgirin û welatê xwe biparêzin.

Dilêr anî ziman ku ew destpêkê tevlî nava refên YJŞ′ê bû, salan di nav de ma û piştre beşdarî hemleya rizgarkirina bajarê Kobanê bû. Dilêr wiha got, ″Çawa ku bajarê Kobanê rizgar bû, ez venagerim bajarê xwe heta ku Efrîn rizgar dibe. Hemû ciwanên Kobanê amade ne beşdarî Berxwedana Serdemê bibin.″

(mm)

ANHA