Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên kurd amadekariya kongreya xwe dikin

HESEKE –Komîteya Amadekar a KOngreya Ciwanên Kurd bi armanca pênasekirina kongreyê bi ciwanan re civiya.HSK-AMEDKRIYA-KONFRANSE-CIWANEN-KURD2

Civîna ku li Dibistana Ebulqadirî ya li taxa Miftî yaHesekê hate lidarxistin, bi rêzgiritinê destpê kir. Paşê Endamê Komîteya Amadekar a Kongra Ciwanên Kurd li Rojava Nêçîrvan Osman axivî û diyar kir ku piştî rêzecivînan biryar giritin ku kongireya xwe lidar bixin û destnîşan ki ku  Ciwanên kurdê ku di dema rêjîmê de ji hemû mafên xwe bêpar mabûn, divê îro xwe baş rêxistin bikin û bibin xwedî rol di nava civakê de.

Osaman di berdewama axaftina xwe de got ku ji ber ku armanca wan ji kongreyê yekîtiya ciwanan e dê Komîteya Amadekar  nerîn û pêşniyarên hemû ciwanan bigir e û di ber çavan re derbas bike.

Di berdewama civînê de Endamê Komîteya Amadekar Ezîz Hemo jî axivî û ev tişt anî ziman: ʺDi şoreşa Rojava de ciwanên kurd rola xwe ya pêşengtiyê pêk anîn û di asteke bilind tekoşîn meşandin.ʺ

Ezîz hevpeymana Civakî ya bibrî xist û tekez kir ku li gorî mafên di hevpeymana civakî de hatine diyarkirin, ciwanên kurd dê kongreya xwe ji bo yekêtiya ciwanên li her çar parçên Kurdistanê li dar dixin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: ʺDivê em bi yek dengî bêjin na ji koletiyê û newkheviyê re.”HSK-AMEDKRIYA-KONFRANSE-CIWANEN-KURD

Piştî axafitnan berisva pirsên ciwanan hate dayîn û civîna ku bi beşdarbûan dehan ciwanan hate lidarxistin, bi dawî bû.

Tê payîn ku ciwanên Kurd di 31ʹê Adarê de Kongreya xwe lidar bixin.

(kz/dc)

ANHA

HSK-AMEDKRIYA-KONFRANSE-CIWANEN-KURD3