Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Minbicê di salekê de çi kirine?

Dîmen

ŞERÎF EL-ABO

MINBIC – Salek di ser damezirandina Tevgera Ciwanan a Minbicê re derbas bû. Di nava salekê de gavên ber bi çav hatin avêtin, ji bo sala pêş xebatên firehtir hene.

Ciwanên bajarê  Minbicê û gundewarên wê 18’ê mijdara 2017’an di kongreyekê de bi avakirina Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk xwe bi rêxistin kirin.

Derbarê salvegera yekemîn a damezirandina tevgerê û xebatên tevgerê di nava salekê de daye meşandin, Cîgira Serokatiya Komîteya  Ciwan û Werzîşê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê Sûreya Ishaq got: “Tevgera Ciwanan piştî ked û wesandineke mezin hate avakirin. Me ji sifrêye dest pê kir. Gelek astengî li pêşiya me derketin, bi riya perwerde û tecrûbeyan me astengî derbas kirin. Tevgera Ciwanan her wiha beşdarî gelek kongreyan bûn, tevlîbûna kongreyan jî xwedî roleke girîng ji bo ciwanan bû ku xeta xwe berdewam bikin.”

Sûreya li ser xebatên ku di nava salekê de meşandine got, “Ji destpêkê ve, gavên me avêtin mezin û akîtîv bûn, ji xebatên me yên herî girîng, vekirina Akademiya perwerdeyê ya Şehîd Hozan Can e. Ji vê akademiyê 9 dewreyên perwerdeyê zanistî û bîrdozî hatin bidawîkirin. Di nava salekê de tevgerê li bajar û gundewarên wê gelek hemle lidar xistin. Rola jinên ciwan jî pir çalak bû, ji aliyê wê ve jî hemle hatin organîzekirin. Wekî din jî komîteyên Çand û Hunerê, Komîteya Parastina Cewherî hatin avakirin. Xebatên tevgerê ne tenê di vê aliyê sînordar bû, endamên tevgerê li gel hêzên ewlekariya hundirîn, parastina bajar dikin.”

Sûreya di nava axaftina xwe de da xuyakirin ku dê çalakiyên wan ji bo sala li pêş pirtir bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xebatên me ji bo sal li pêş wê firehtir bin, em ê xwe pêş bixin û enerjiya xwe derxînin. Sînor ji me re tunene, wê ciwan li her deverê be.”

SURIA ESHAQ

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mihêsin El-Casim pêşveçûnên ku di nava salekê de hatine bidestxistin wiha parve kir: “

Salek li ser avakirina tevgerê re derbas bû. Di aliyê fikirî, çandî û siyasî pêşketinên ber bi çav hatin bidestxistin. Di salên derbasbûyî de rola ciwanan lewaz bû. Lê piştî rizgarkirina bajar me rola ciwanan û çawaniya akîtvkirina  vê rolê pêk anî.”

Mihêsn got: “Ciwan dilê civakê ye, civaka ku ciwan tê de dogmayî be, civake paşketî ye. Piştî avakirina tevgera ciwanan li bajarê Minbicê me nas kir çawa hêza xwe ji bo armancekê bi kar bînin, ciwanên şoreşger ji tiştekî natirs in, ji ber ku ew pêşengên civakê ne.”

MUHSIN ALGASIM

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mihêsin El-Casim di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku di bin sîwana tevgera ciwanan xwe bi rêxistin bikin.

(bb)

ANHA