Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Minbicê di salvegera rizgarkirina bajar de meşiyan

MINBIC – Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundên wê bi boneya yekem salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê meşek bi meşeleyan lidar xist.MINBIC-DERKETINE-MESE-JIBO-SALVEGERA-RIZGARKIRINA-MINBICE-137626113--300x200

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê ku piraniya wan ciwan bûn, li çerxereya Beta kom bûn. Ciwana ala Tevgera Ciwanên Demokratîk, ala Tevgera Xwendekarên Demokratîk û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirin.

Her wiha pankartên bi nivîsên “emê bi berxwedana 15`ê tebaxê û bi saya ciwanan ber bi rizgarkirinê ve diçin” û “rihê berxwedan rihê jina azade” û bê navber diruşme beriz dikirin.

Meş ji ber çerxereya Beta bi durûşmey  dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re û Silavkirina şervanên QSDʹê dest bi meşê kirin. Ciwanan her wiha meşele di destê xwe de girtibûn.

Ciwan heta navenda bajar meşiyan,  li vir ciwan deqeyekê rêzgirtinê rawestiyan û paşê Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê Soreya Îshaq û li ser navê Xeta rojavayê bajarê Minbcê Fatma Beko, axivîn.

FATIMA-BEKO-300x200 SARIYA-ISHAQ-300x200

Di axaftinan de salvegera yekem a rizgarkirina Minbicê hat pîrozkirin û hate gotin ku gelê herêmê piştî ji çeteyan xilas bûye êdî dikare azad jiyan bike.

Piştî axaftinan ciwanan meşa xwe bi diruşmeyan bi dawî kir.

(bx)

ANHA