Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Minbicê hemleya pêşxistinê dane destpêkirin

MINBIC – Yekîtiya Ciwanên Ereb a Demokratîk  ji bo pênasekirin û şirovekirina armanc û rola ciwanan a di civakê de, civînek ji ciwanên gundê Cib El-Arûs a rojavayê bajarê Minbicê re, li dar xist.MINBEG-CIWAN ‫(1)‬

Yekîtiya Ciwanên Ereb a Demokratîk li gundê Cib El-Arûs, civînek derbarê pênasekirin û şirovekirina armanca ciwanan û rola wan di civakê de, lidarxist. Cîgira Serokê Komîteya Ciwan û Werzişê ya Minbicê û gundên wê Sureya Ishaq û dehan ciwanên gund û hejmarek endamên Yekîtiya Ciwanan, amade bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Sureya Ishaq axivî û wiha got: ʺArmanca me zanekirina ciwanan û belavkirna ramana azad û demokratîk e. Rizgarbûna ji hişmendiya kevneperestiya hişk û aktîfkirina rola ciwanan a xizmeta civakê ye. Ciwan tevgerê bingehîn a pêşxistina her civakekê ye.  Hêvî û daxwazên ciwanan bi sebeba fişarên rejîmên desthilatdar kirine, hatibûn sergirtin û veşartin.ʺ

Sureya,  destîşan kir ku bi saya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD`ê, her wiha fedakariyên şehîdan ji çeteyan û rejîmên dêktator xilas bûn û derî li pêşiya ciwanan û bi taybet jinên ciwan hat vekirin da ku xwe pêş bixin.MINBEG-CIWAN ‫(1)‬ ‫‬

Hemleya pênasekirin û şirovekirinê ji bo rola ciwanan li gundên rojavayê bajarê Minbicê didome.

(rr)

ANAH