Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Minbicê ji bo seferberî amade ne

MINBIC – Meclîsa Ciwanên Bajar û Gundewarên Minbicê bi daxuyaniyekê raghandin ku ew amade ne beşdarî seferberiya ku di kongreya xwe ya yekemîn de  îlan kiribûn, bibin.

Di 26`ê çil de, ciwanên Minbicê yekemîn kongreya damezrîner lidar xistin. Di kongreyê de, ciwanan ji bo piştgirya Efrînê seferberî îlan kirin. Di vê çarçoveyê de, rêveberên Meclîsa Ciwanên Bajar û Gundewarên Minbicê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku ew  amade ne beşdarî seferberiya ku ji bo Efrînê hatiye raghandin bibin û ew ê li  hemberî êrîşan bisekinin û parastina welatê xwe bikin.

(kc)

ANHA