Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Minbicê li hember dagirkeriyê seferberî ragihandin

MINBIC – Ciwanên Minbicê derbarê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê û gefên li ser Minbicê de, seferberî ragihand.

Meclîsa ciwanên Minbicê yekem kongreya xwe li salona Meclîsa Zagonsaz a Minbicê li dar xist. Di kongreyê de bi dehan ciwanên Bakurê Sûriyê amade bûn.

Di berdewama kongreyê de Endamê Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Ciwanên Minbicê Hesen Derwîş ji bo êrîşên li ser Efrînê û gefên li ser Minbicê seferberî ragihandin û got, ″Efrîn ne bi tenê ye, gefên Erdogan me natirsînin. Wê Minbic ji Erdogan re bibe goristan.″

Kongreya ciwanan didome û tê payîn ku dê rêziknameya Meclîsa Ciwanên Minbicê were nîqaşkirin.

(mm)

ANHA