Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên MSD`ê bi ciwanên Dêrazorê re dicivin

DÊRAZORÊ- Ciwanên MSD’ê bi ciwanên civînek ji ciwanên bajarê Dêrazorê re lidarxist û rola ciwanan di nava civakê de û çawaniya pêşxistina wê bi wan re nîqaş kirin.DERZOR_CIVINA_MSD_BI_CIWANARA ‫(1)‬

Civîna li herêma Cezriet Bûhemîd a rojhilatê Çemê Firatê bi beşdarbûna endamên rêveber ê Komîteya Ciwanan Reşîd Firat hate lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Rêveberê Komîteya Ciwanan a MSD’ê Reşîd Firat axivî û hemleya rizgarkirina Reqayê li hemû gelê herêmê pîroz kir û got ku hemeleya Bagera Cizîrê heta hemû herêm were rizgarkirin dê dewam bike. Firat her wiha bal kişand ser rola ciwanan di pêşxistina civakê de û got ku divê ciwanên Dêrazorê jî hevgirtina xwe xurt bikin û ji bo pêşxistina ciwanan kar û xebatan bimeşînin da ku ciwan ji bin bandora rêjîmên şovinst xilas bibin.

Firat di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku tevlî komîn û meclîsan bibin û rola ciwanan a bingehîn pêk bînin.

Ciwanan jî pirs kirin û di mijara erka ciwanan de nîqaş hate kirin.

Di dawiya civînê de bersiva pirsên ciwanan hate dayîn.

 (bx)

ANHA