Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên MSD‘ê dê nameyekê ji De Mestura re bişînin

QAMIŞLO-Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk civîna xwe ya duyemîn piştî damezirandinê li dar xist û rewşa rêxisitnî nirxand. Ciwanan di civînê de biyar dan ku nameyekê derbarê rewşa ciwanan ji Dm Mestura re bişînin.QAMISLO-CIWANEN-SURIYA-DEMQRAT3

Meclîsa Ciwanên Sûriyaye Demokratîk piştî damezirandina meclîsê  bi armanca nirxandina kar û aktîvkirina kar civîna xwe ya asayî li dar xist.

Civîna li avahiya meclîsê ya bajarê Qamişlo bi amadebûna Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed û bi dehan endamên Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk pêk hat.

Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed geşedanên dawî yên ku li Sûriyê rû didin nirxand û komkujiya Xan Şêxûn şermezar kir.QAMISLO-CIWANEN-SURIYA-DEMQRAT2

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed tekez kir ku çareseriya siyasî riya çaresrkirina aloziya Sûriyê ye û bi vê yekê dê rijandina xwînê raweste. Di berdewama civînê de, ciwanan rewşa meclîsa xwe ya rêxistinî nirxandin û girîngiya aktîvkirina rola ciwanan li herêmên rizgarkirî destnîşan kirin.

Ciwanan di civînê de biryar standin ku ew ê peyamenê ji De Mistura re bişînin û rewşa ciwanên Sûriyê û girîngiya akîtvkirina rola wan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tê de rave bikin.

(bb/dc)

ANHA