Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên MSD`ê: Ocalan sembola ramana azad e

EYN ÎSA – Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk (MSD) got:”Ocalan sembola ramana azad e yê her mirovekî ku banga demokratîk dike ye. Em wek ciwanên Reqayê ji vê derê de soz didin em ê destûr nedin her kesekî hewil bide yan jî bifikire zirarê bigihêjîne Rêberê me yê mezin Abdullah Ocalan.”

Endamên ciwanên MSD`ê Ii pêşiya peymangeha zanistî ya ciwanan a li Mezraeya Hikûmî ya gundewarên Reqayê kom bûn û bi daxuyaniyekê kiryarên hikumeta AKP`ê derbarê Ocalan de şermezar kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Piştî pêşkeftinên mezin ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  di xizmeta hemû gelan li Bakurê Sûriyê de, her wiha serkeftinên QSD`ê li Reqayê ku DAIŞ`ê ji xwe re kiribû paytext û cîhan tirsandibû bi destxistin, dijberên gelê Sûriyê û di serî de Tirkiyê hemû şêwazên şerê taybet bikar anîn û destek dan terorîsatan. Ew careke din bi girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dixwazin li ser me fişarê bikin, ev yek jî nîşan dide ku Tirkiyê ji nirxin mirovahiyê dûr e.

Em wek ciwanên Reqayê hikûmeta Erdogan şermezar û protesto dikin ji ber ku destûr nade ku bijîşk ji bo çavdêriya rewşa tenduristiya Rêber Ocalan biçin serdana wî. Her wiha bêdengiya navnetewî ya li hemberî kiryarên hikûmeta faşîzmê jî protesto dikin û ji rêxistinên mirovahiyê daxwaz dikin ku bi lez destwerdanê bikin da ku rewşa  tenduristî ya Rêberê  Abdullah Ocalan bê eşkerekirin. Ocalan sembola ramana azad e yê her mirovekî ku banga demokratîk dike ye. Em wek ciwanên Reqayê ji vê derê de soz didin em ê destûr nedin her kesekî hewil bide yan jî bifikire zirarê bigihêjîne Rêberê me yê mezin Abdullah Ocalan.”

(rr/kc)

ANHA