Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên MSD`ê  xebatên xwe li Şehbayê fireh dikin

ŞEHBA- Şandeyek MSDʹê bi armanca pêşxistina rola ciwanan di komîteyên bîroya Ciwanan a MSDʹê de û hevkariya bi hemû tevger û yekîtiyên ciwanan re serdana Navenda Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk a herêma Şehba kirin. Herdû aliyan geşedan û rewşa ciwanan nîqaş kirin.SEHBA-CIVINA-MSD-BI-CIWANE-EREB ‫(1)‬ ‫‬

Şandeya MSDʹê ku  ji Hevseroka Buroya MSDʹê ya kantona Efîrnê û herêmên Ş ehbayê, Endamê Rêveber ê Meclîsê Mihemed Hesen, Endamê Rêveberê ê Buroya Ciwanan a Meclîsa Sûriyê Merwan Yûsif pêk dihat serdana navenda Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk a li gundê Kefer Naya ya herêmên Şehbayê kirin. Armanca serdanê pêşxistina rola ciwanan di buroya MSDʹê de bû.MEHAMED HESN

Şande ji aliyê Endamê Rêveber ên Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk a herêmên Şehbayê ve hatin pêşwazîkirin. Di dema civînê de Hevseroka Buroya MSDʹê ya Efrîn û Herêmên Şehbayê Gulîstan Sîdo aixvî û got ku MSDʹê bi navê hemû gelên herêmê tevdigerin û aramcna wê pêkanîna mafê hemû gelên herêmê ye. MSDʹê piştgiriyê dide xebatên ciwanan jî.ʺ

Paşê Endamê Rêveberê ê Buroya Rêxistnî ya MSDʹê Mihemed hesen axivî û bal kişand ser rola ciwanan û geşedanên di herêmê de bibîr xistin û got: ʺDewleta Tirk bi armanca dagirkirina xaka Sûriyê êrîşan pêk tîne. BI gelek welatên herêmî û derve re itîfa kir da ku pirojeya xwe ya islama siyasî di herêmê de pêk bîne.ʺEADL FRESIN

Endmê Kordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ciwanên Rojava û Endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Ereb Adil Feraşîn jî axivî û da zanîn ku destwerdana dewleta Tirk bandor li rewşa heyî ya herêmê kir.

Di berdewama civînê de Feraşîn erk û karê TEvgera Ciwanên Ereb vegot û destnîşan kir ku ciwanan di heêrmên Şehbayê de birêxistin dike û rola wan di nava civakê de pêk tînin.

KLESTAN SIDO MERUAN EUSF

Endamê Rêveber ê Buroya MSDʹê jî da zanîn ku armanca wan ji serdanê ew ku kordîne û têkiliya herdû aliyan de hebe û di demên pêş de xebatên hevabeş ji bo avakirina welat li ser esasê demokratîk li dar bixin.

Di dawiya serdanê de Buroya Ciwanan a MSDʹê rêziknameya xwe ya hindirîn diyarî Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk kir.

(bx/dc)

ANHA