Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên PYD`ê li dijî êrîş û tecrîdê dengê xwe bilind kirin

EFRÎN – Bi sedan ciwanên Efrînê êrîşên artêşa Tirk dijî ên Efrîn û Şehba şermezar kir. Ciwanan her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan red kirin.EFRIN-MESA-CIWANEN-PYD-JI-BO-ERISEN-TIRKIYE ‫(142213633)‬ ‫‬

Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ên kantona Efrînê di çarçoveya hemleya” Welat welatê me ye, tolhildan soz me ye” xwepêşandanek orgenîze kirin û tê de êrîşên dagirkeriya Tirk a li dijî Efrînê û Herêmên Şehba, her wiha tecrîda li  ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin.

Di xwepêşandanê de, bi sedan ciwanên PYD`ê, nunerên saziyên civaka sivîl, endamên nexweşxaneya Evrîn, nunerên eşîr û ciwanên ereb û welatiyan ji navçe û bajarê Efrînê beşdar bûn.

Beşdarvanan, alên PYD`ê, TEV-DEM`ê û hêzên eşîran rakirin û pankartên li ser hatine nivîsandin” Eger azadî derdekî jinê ye, tu rê ji bilî veguhertinek şoreşgerî tune ne” û ” ciwanên PYD`ê li rex QSD`ê dijî hemû cureyên teror û dagirkeriyê disekine” hildan.

Meşê ji pêşiya navenda PYD`ê ya bajarê Efrînê birê ket û heta qada Şehîdan dewam kir. Di meşê de çalakvanan siloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiye û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û silavkirina berxwedana YPG`ê qêriyan.HENAN MAMD

Li qada şehîdan û li ser navê ciwanên PYD`ê Henan Mamed daxuyanî da û tê de hat diyarkirin ku ciwanên PYD`ê bi hemû hêz û pêkhateyên xwe ve, desteka QSD`ê dijî terorê û alîgirên wê weke dewleta Tirk dikin.

Di dewama daxuyaniyê de ev yek hat gotin:” her keçek  û xurtek erka parastina Efrînê li ser milê wan e û  em ê weke ciwanên PYD` di xetên pêş de bin, em ji dagirkeriya Tirk re dibêjin ku te îradeya gelê Rojava dît, lewma sebir û îradeya me li  hember Efrînê Tecrube neke.Em soz didin rêber Apo û şervanên YPG û YPJ`ê ku dê  di navbera paşeroj û pêşerojê de pirek bin.”

Meş bi diruşmeyên azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û silavkirina berxwedana YPG û YPJ`ê bi dawî bû.

(nse)

ANHA