Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên PYD‘ê tevlî hemleya “Serî Hilde” dibin

NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Ciwanên PYD‘ê tevlîbûna xwe ya ji bo hemleya “Serî Hilde” ya ku ji aliyê Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ve ji bo diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, ragihand.

Rêxisitina Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo hemleyê ragihand û bang li hemû rêxistinên ciwanan ên li Rojava û Bakurê Sûriyê kirk u beşdarî çalakiyên hemleyê bibin.

Ciwanên PYD‘ê di daxuyaniya xwe de soza dan ku ew ê ji bo vê hemleyê serferber bibin û ji hemleyê re pêşengtiyê bikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em ê ji bo ewlehiya Ocalan bê deng nemînin û beşdarî hemû çalakiyên ku ji bo Rêbertî têne lidarxistin bê deng nemînin.”

(bb)

ANHA