Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Qamişlo ji bo Efrînê seferberî ragihandin

Dîmen

QAMIŞLO – Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Rojava bi meşeke bi erebeyan piştgirî dane berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê.

Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo bi aramaca piştgiriya bi Efrînê re meşeke bi erebeyan organîze kirin. Di meşa ku di nava taxên bajarê Qamişlo de geriya dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê hatin avêtin.

Ciwanan her wiha ji bo Efrînê seferberî ragihandin û gotin ku ew ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin û bang li hemû ciwanan kirin ku beşdarî seferberiyê bibin.

(bb)

ANHA