Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Qamişlo û Girkê Legê şahiyên Newrozê li dar xistin

Dîmen

QAMIŞLO – Ciwanên bajarên Qamişlo û Girkê Legê, şahiyên cejna Newrozê li dar xistin.OAMISLO-SAHIYA-CIWAN2

YCR′ê li zanîngeha Qurbuta ya bajarê Qamişlo bi  boneya cejna Newrozê, şahiyek organîze kir. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ/YCR′ê hat xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre xwendekarên zanîngehê agirê Newrozê pêxistin û Endamê Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Akif Mufeta axivî. Mutefta got ku heta niha tu çareserî ji aloziya Sûriyê re nehatiye peydakirin û wiha domand: ″Divê tevahî gelên Bakurê Sûriyê piştgiriya projeya Federal bikin, Ji ber ku ev tekane projeya çareserkirina aloziyê ye  û mafên hemû pêkhateyên herêmê misoger dike.″

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan anî ziman ku Mezlûm Doxan agir bi  canê xist û pêşeroja gelê xwe ronî kir. Sarûxan wiha axivî: ″Bi saya xwîna şehîdan destkeftiyên şoreşê hatin bidestxistin. Em hêza ku xwe ji ciwanan digirin, ji ber ku ciwan bingeha avakirina Sûriyeke Federal û Demokratîk in.″

Piştre jî, komên Girbawî ya stranan, Şehîd Goved a dîlanê,  Botan a stranan û koma Qere Ararat a şanoyê, hunerên xwe pêşkêş kirin.

Girkê Legê

YCR′ê bi koordîneya bi TEV-ÇAND′ê re li qada peymangeha Şehîd Baz a Zanist û Ramanê ya bajarê Girkê Legê, şahiya cejna Newrozê li dar xist. Di şahiyê de, bi sedan ciwan û xwendekarên peyamangehê amade bûn.GIRKE-SAHIYA-CIWANAN-NEWROZ1

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ciwanan agirê Newrozê pêxistin û Endamê Rêveberiya YCR′ê Hawar Şêrwa axivî û cejna Newrozê li hemû ciwanan, pîroz kir û got ku ciwan bi berxwedana xwe, wateya rasteqîn a Newrozê nîşan didin.

Piştre jî komên YCR′ê, Yekîtiya Ciwanên Ereb û koma Serhildan ên Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran, hunerên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bûn.

(mm)

ANHA