Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Raco li hev civiyan

EFRÎN – Ciwanên navçeya Raco ya Kantona Efrînê li hev civiyan û Endamên Komîteyan, hilbijartin.

YCR′ê di çarçoveya amadekariya lidarxistina konferansa xwe de, li navçeyên Kantona Efrînê, rêzecivînan li dar dixe. Îro ciwanên navçeya Raco li navenda KPC-D li hev civiyan.EFRIN-RECO-CIVINA-HAZIRTIYA-KONFIRASA-YCR ‫(219677185)‬ ‫‬

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya YCR′ê Ronahî Kobanê girîngiya lidarxistina konferansê û rola ciwanan di şoreşan û civakan de, vegot û wiha domand: ″Ciwan pêşeroja Sûriyeya Federalin. Armanca ji vê konferansê ew e ku rewşa ciwanan were nîqaşkirin, da civakeke exlaqî û demokratîk were avakirin.″

Piştre Endamên Komîteyên ″Ragihandinê, Parastinê, Çand û Hunerê, Tenduristiyê, Sporê, Jina Ciwan, Berdevkê fermî yê xwendekaran″ hatin hilbijartin.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina ciwanan, bi dawî bû.

(mm)

ANHA

EFRIN-RECO-CIVINA-HAZIRTIYA-KONFIRASA-YCR ‫(1)‬ EFRIN-RECO-CIVINA-HAZIRTIYA-KONFIRASA-YCR ‫(219677186)‬ ‫‬