Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Reco: Her xeteriyek li ser Rêberê me dawiya AKP`ê ye

Dîmen

Ciwanên Reco: Her xeteriyek li ser Rêberê me dawiya AKP`ê ye

EFRÎN– YCR`ê ya herêma Reco meşek bi meşaeleyan organize kir û daxwaza eşkerekirina tenduristiya Ocalan kirin, her wiha tecrîda girankirî şermezarkirin.

Bi sedan ciwan, li gundê Sê Mala yê navçeya Meydana ya herêma Reco ya kantona Efrînê kom bûn. Ciwanan alên Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinê Ciwan (YJC), posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û meşaleyan hilgirtin û dest bi meşê kirin. Ciwanan bi heyecaneke mezin û bi durûşmeyên ji bo azadiya Ocalan dest bi meşê kirin. Ciwan ji gundê Mistika heyanî gundê Giriyê bê navber dirûşmeyên `Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Rêber Ocalan û bimre faşîzma Tirk` berz kirin.BARTIRZAN

Li qada gundê Giriyê ciwanan daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endamê YCR`ê ya Reco Îbrahîm Hesen ve hate xwandin. Di daxuyaniyê de kiryarên Tirkiyê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin. Her wiha hat gotin ku Tirkiyê hewl dide di kesayeta Ocalan de fikrê gelê Kurd ê azad tine bike.

Hesen di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:ʺHer xeteriyek li ser jiyana Rêber APO dawiya AKP`ê ye. Ciwan amade ne ku Tirkiyê bişewtînin. Rêber APO fikir û felsefeya jiyana azad eʺ.

Her wiha Hesen bang li ciwanên Kurd kir ku li dora Rêberê xwe kom bibin û bibin xelekên ji agir da li hemberî komployên dewleta Tirk rawestin. Tevlî nava refên berxwedanê bibin û erkê xwe pêkbînin.IBRAHEYM

Endamê Rêveber ê YCR`ê Partîzan Kerkûk jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew weke ciwanan dê têkoşîna xwe li hemberî hemû komployên li dijî Ocalan tên kirin, bi domînin û got:ʺEger ziyanek bighîje Rêberê me em ê bi destê ji hesin bersiv bidin dewleta Tirkʺ.

Li ser dawaza ciwanan, ciwanan meşa xwe ber bi gundê Gawenda dewam kirin û bi dirûşmeyên ji bo azadiya Ocalan di gundê Dûde re derbas bûn.

(rr)

ANHA