Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Reqa beşdarî hemleya “Serî Hide” bûn

KOBANÊ – Ciwanên Reqayê bi daxuyaniyeke tevlîbûna xwe ya ji bo hemleya “Serî Hide” ragihandin.

Çalakiyên konvedanê ya ku ciwanên bajarê Kobanê bi armanca diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane organîze kirine, di roja xwe ya 6‘an de didome.

Di çalakiya îro de, bi dehan ciwanên Reqa, endamên Meclîsa Tenduristiyê ya bajarê Kobanê û bi dehan şêniyên kantonê beşdar bibûn.

Di bin konê çalakiyê de, ciwanên Reqayê daxuyaniyeke dan û tevlîbûna xwe ya ji bo hemleya “Serî Hilde” ragihandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Pêngava Serî Hilde ya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê hatiye destpêkirin gaveke şoreşgerî ye, ku ciwanên Reqa û Bakurê Sûriyeyê di projeya Neteweya Demokratîk de kire yek. Em wekî ciwanên Reqayê bi îradeya xwe û yekîtiya xwe ya ku nayê têkbirîn beşdarî vê hemleyê dibin. Wê îradeya me li hember komplo û gefxwarinên Tirkiyê û yên mîna wê tu carî naşkê. Em ê xeta şehîdên ku ji bo azadiya me bedelên giranbuha dane bişopînin .

Wekî ciwanên Reqayê dibêjin ku madem doza welat û rûmeta gel û avakirina kesayet heye em ê li hemberî komployên li dijî Rêberê Netewî Abdullah Ocalan bêdeng nemînin, ji ber ku di bin vî konî de bi saya felsefeya Ocalan me yekîtiya xwe ava kirin.

Beşdarbûna me ya ji bo çalakiyê berhemên xwîna şehîdên lehgeng in, em rola xwe ya parastina destkeftiyan pêk bînin da ku xewn û xeyalên wan bi cih bîbin. Em dibêjin ku tu cudahî di navbera Reqa, Kobanê û herêmên din tuneye ji ber hemû welateke, welatê Sûriyaya azad e.

Heger Tirkiyê bifikire ku destwerdanê di welatê me de bike, em jê re dibêjin ku beriya hûn gavekê bavêjin gora xwe bi destê xwe bikolin, ji ber ku em bi vîn û îsrareke mezin berisva dijminahiya wê bidin. Em ji dewleta Tirk û çeteyên wê re dibêjin ku bese hûn bi welatê me dilîzin, Sûriyeyê welatê hemû gelê wê ye, pergalên desthilatdar me ji hev qût kiribû, em di wê baweriyê de ne ku hemû pîlanên we hin li Kobanê û hin jî li Reqayê têk çûn û dê li tevahî Sûriyeyê û Efrîn û Minbicê ji neghêjin serî. Ji ber ku em şagirtinên dibistana Rêber Abdullah Ocalan in. Dirûşmeya me teslîmiyet îxanet e û em teslîmiyetê û îxanetê qebûl nakin, ji ber ku evîdarên jiyanê ne, ji ber ku jiyan jî eşqe û eşq jî jiyana azad e.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî ciwanên Reqaya şoreşger, bijî Kobana şoreşger û bijî Rêberê Netewî Abdullah Ocalan” bi dawî bû.

 (bb)

ANHA