Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Reqa ji bo piştgiriya Efrînê meşiyan

Dîmen

TEBQA–  Bi dehan ciwanê Reqa bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava-Bakurê Sûriyê û bi taybetî Herêma Fedral a Efrîn, meşiyan.REQQA-TEBQA-MESA-CIWANA-DIJI-ERISEN-ERDOGAN ‫(134676994)‬ ‫‬

Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk bi armanca şermezarkirina dagirkiriya dewleta Tirk a li ser herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybet li ser herêma Fedral a Efrînê bi diruşmeya ʺNa ji dagirkiriya Tirkiyê reʺ meşiyan. Ciwanan diyar kirin ku ew ê  bi hemû hêza xwe li dijî dagirkiriya dewleta Tirkiyê derkevin û piştgiriyê bidin berxwedana Efrîn û Şehbayê.

Bi dehan ciwan Reqa, Tebqa û navçeyên wê li kolana serke ya navçeya El-Cirniye ya girêdayî Tebqa kom bûn. Ciwanan alên tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk, Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hilgirtibûn û pankartên bi nivîsên ʺNa ji dagirkiriya Tirkiyê re, bi rihê ciwanên şoreşger ên berxwedê em ê tekoşîna xwe ya li dijî dagirkir û teroristan li hemû deverên Sûriyê tekoşîna xwe bilind bikin.ʺ vekiribûn.REQQA-TEBQA-MESA-CIWANA-DIJI-ERISEN-ERDOGAN ‫(134676993)‬ ‫‬

Beriya destpêkirina meşê ciwanan govenda kurdî û erebî gerandin û şahiya serkeftinên hêzên QSDʹê lidar xistin.

Paşê ciwanan dest bi meşê kirin. Meşvanan bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan û şehîdên azadiyê re beriz dikirin û berxwedana ciwanan silav dikin. Ciwan heta dawiya kolana serke ya bajaroka Ciriniye meşiyan. LI vir ciwan kom bûn û Endamê Tevgera Ciwanên Demokratîk Mehmûd Elî axivî û got ku ciwanên herêmê bi israr in ku DAIŞʹê û delweta Tirk têk bibin û wiha got: ʺEm ciwanên Sûriyê ne, em ê li dijî Erdgoan û çeteyên wî derkevin. Em ê bi hemû hêza xwe piştigriyê bidin berxwedana Efrînê.ʺ

Ciwanan bi diruşmeyan dawî li meşa xwe anîn.

Ciwanên Reqayê 2 roj berê biruşûr di nava welatiyan de belav kiribûn û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Fedraliya Bakurê Sûriyê şermezar kirin.

(mh/dc)

ANHA