Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Reqayê: Me bi Rêbertî dest pê kir.. em ê bi Rêbertî biserkevin

Dîmen

REQA – Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermzar kirin û gotin ku ew ê 15‘ê Sibatê bikin destpêka serkefrinên xwe.

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk bi civînekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji endamên Komîteya Çalakiyên Ciwanan re şîrove kir.

Civîna ku bi dirûşemaya “Me bi Rêbertî dest pê kir.. em ê bi Rêvebertî bi serkevin” hate organîzekirin, li gundên Xatûniyê yê Reqayê hate lidarxistin.

Bi dehan ciwanên gund, endamên komîteya Çalakiyên Ciwanan û Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdyî MSD‘ê amade bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê rêzgirtin hate girtin. Paşê Rêveberê Meclisa Sûriya Demokratîk Adil El-Elî bi kurtî rewşa siyasî ya dawî û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê û berxwedaniya li hemberî van êrîşan nirxand û girîngiya rola ciwanan wekî hîmekî herî aktîv ji bo pêşxistina civakê destnîşan kir.

Di civînê de her wiha hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xedîce El-Ehmed rola jinên ciwan a pêşeng di rêveberina saziyan de diyar kir û got, “Jin bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bû.”

Piştî axaftinan daxuyaniyeke bi navê ciwanên gundê Xatûniyê ji aliyê Xedîce El-Ehmed ve hate xwendin.

Xedîce got: “Di demekê de ku gelê me li dijî hêzên tarî serkeftinên mezin pêk tînin de sîstemên desthilatdar xaka welatê me bin pê dike.”

Xedîce El-Ehmed her wiha anî ziman ku çawa Kobanê, Reqa û herêmên din ên Bakurê Sûriyê bi ser ketin, Erdogan jî wê li Efrînê têk biçe û got: “Em bi fikrê  Ocalan bi ser ketin û em roja 15‘ê Sibatê bikin destpêka serkeftinên xwe.”

(bb)

ANHA