Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Rojava: Ji bo Efrînê serî hildin

Dîmen

QAMIŞLO – Ciwanên Rojava di bin dirûşmeya ″Ji bo Efrînê Serî hilidin″ meşek li dar xistin.

Bi sedan ciwanên herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo kom bûn û ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê meşek li dar xistin. meşvanan dirûşmeyên ″Bi can bi xwîn em bi te re ne Efrîn″ qîr kirin.

Meş ji çerxerêya Osman Sebrî bi toraneke leşkerî ji aliyê ciwanan ve dest pê kir. Ciwanan dirûşmeyên ″Ji bo Efrînê serî hildin″ qîr kirin, alên YPG/YPJ′ê hildan û wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.

Meş li qada Şehîd Rûbar Qamişlo bi dawî bû.

(mm)

ANHA