Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Rojava li Lubnanê dewamkirina tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

BEYRÛT – Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Rojava(YCR) ya Lubnanê, bi daxuyaniyekê dewamkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.LIBNAN-DAXUYANYA-CIWANA (3)

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan ciwanan ji aliyê Endama YCR`ê Hêvî Îmam ve hate xwendin.

Hêvî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got ku rêber Ocalan rêberê hemû gelên azadîxwaz e.

Hêvî got ku ew wekî ciwanên Rojava li Lubnanê li ser rêya fikir û felsefeya Ocalan bimşin û hemleya”Serî hilde”heta azadkirina Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin û wiha pê de çû:”Em ji civaka navneteweyî û NY dixwazin ku destwerdan bikin û rewşa tenduristî ya Ocalan zelal bikin”.

Daxuyanî bi dûrişmeyên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.

(kc)

ANHA

LIBNAN-DAXUYANYA-CIWANA (1)