Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Rojava piştgirî dan Berxwedana Serdemê

QAMIŞLO – Ciwanên Rojava û şervanên YPG′ê meşek li dar xistin û êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê de, YCR′ê meşeke bi heybet li navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo li dar xist. Meş ji navenda YCR′ê ber bi qada Jina Azad ve herikî.

Di meşê de Endamên YCR′ê û şervanên YPG′ê amade bûn. Meşvanan alên YPG/YPJ/YCR′ê û şaxên zeytûnan hildan û dirûşmeyên ″Bijî berxwedana Efrînê″ qîr kirin.

Meş li qada Jina Azad rawestiya. Li wir deqeyek rêz hat girtin, piştre Endamê Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê Mihemed Edûle axivî û komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne şermezar kir.

Mihemed da zanîn ku wê gelên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan bi yek destî li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin. Mihemed her wiha bang li ciwanan kir ku beşdarî Berxwedana Serdemê bibin.

Meş bi dirûşmeyên ″Bijî berxwedana Efrînê″ bi dawî bû.

(mm)

ANHA