Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Rojava: Şoreşa Bakurê Sûriyê şoreşa mîrovahiyê ye

AMÛDÊ – Bi sedan ciwanên Herêma Cizîrê bi boneya 15`ê Tebaxê tevlî meşa ku li Qada Jinê ya navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo hate lidarxistin bûn.AMUDE-CIWANE-LESKIR-ROJAVA ‫(1)‬ ‫‬

bi sedan ciwan û şêniyên Herêma Cizîrê, nûnerên Kongreya Star û Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Hemrîn Elî bi boneya 15`ê Tebaxê li Qada Jinê ya navçeya Amûdê kom bûn. Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oclaan û alên kurdî vekiribûn.

Meşa ciwanan ji Qada Jinê bi durûşmeyên azadî ji bo Rêberê Ocalan re û 15`ê Tebaxê li hemû gelê kurd pîroz be destpê kir.

Ciwanên ku bê navber diurşme davêtin heta navenda ciwanan meşiyan. Li vir ciwan kom bûn û piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzişê Hemrîn Elî axivî û di serî de pêngava 15ʹê Tebaxê pîroz kir û got ku hemû destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin berdewama berhemên 15ʹê Tebaxê ye û got ku şoreşa Bakurê Sûriyê şoreşa mirovahiyê ye.

Di dawiya axaftina xwe de Hevseoka Ciwan û Werzîşê Hemrîn Elî bang li hemû ciwanan kir ku li ser firkr û felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bimeşin û li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Meş bi xelekên govendê û diruşmeyan bi dawî.

(bx)

ANHA