Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Şahbayê azadiya Ocalan xwestin

ŞAHBA – Bi dehan endamên Tevgera CIwanên Ereb a Demokraîtk û şêniyên herêmên Şahbayê di çarçoveya hemleya ʺWelat welatê me ye, tolhildan soza me yeʺ xwepêşandan lidar xist.SEHBA-MITINIGA-CIWANA-EREB (3)

Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk bi armanca şermezarkirina tecrîda giran ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin, her wiha ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a dagirkier ku li ser herêmên bi ewle yên Şahbayê pêk tên, xwepêşandane lidar xistin. Çalakiya ciwanan di çarçoveya hemeleya wan ku bi navê ʺWelat welatê me ye, tolhildan soza me yeʺ pêk hat.

Ciwanan kon vedan û çalakî li bin kon lidar xistin. Konê çalakiyê bi Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şehîdên azadiyê hatibû xemilandin. Di kon de her wiha alên Tevgera Ciwanên Ereb a Demorkatîk, alên Meclîsa Herêmên Şahbayê û QSDʹê hate dalqandin.

Li ser kon her wiha pankartên bi nivîsên ʺWelat welatê me ye, tolhildan soza me ye, em şehîdên xwe di axê de venaşêrin, em şehîdên xwe di dilên xwe de defin dikin, tecrîda li ser Rêber APO tecrîda li ser rumeta me ye, bê Rêber Jiyan nabeʺ hatibû dalqandin.SEHBA-MITINIGA-CIWANA-EREB (2)

Çalakiya ciwanan bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endamê TEvgera Ciwanên Ereb a Demokratîk Nacî Selame  û Hevserokê meclîsa gundê Kefer Nasih Elai Selame, her wiha Endmaê Meclîsa Rêveber a Heêrmên Babê Mihemed Welo axivîn.

Di axaftinan de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin ku armanca komploya li ser Ocala new bû ku Rêveberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û gelê kurd tune bikin û destnîşan kirin ku Ocalan bi firê xwe hemû pîlanên wanvala derxistin.

Di çalakiyê de her wiha endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Ereb a Demorkatîk Mazlûm Fedekar jî axivî û pîlanên dewleta Tirk û êrîşên wê yên li ser herêmê bibîr xistin û got ku armanca êrîşên wan ew e ku fikrê Ocalan tune bikin û berxwedana gelê kurd tune biin.

Piştî axaftinan ciwanan bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re beriz kirin.

(mh/dc)

ANHA