Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Şengalê: Bila ciwan her qadê bikin qada serhildan û têkoşînê

ŞENGAL – Meclîsa Ciwanên Şengalê  diyar kirin çeteyên PDK’ê guhdarî daxwaza wan a aşitiyê nekirin û wiha gotin: “Ji îro û pêde êrişek li hember gelê me çêbibe em ê qada ku ew êrişkar tê de ne veguherînin qada xwînê. Em bang li ciwanan dikin ku  her qadê vegerînin qada serhildan û têkoşînê.”

Meclîsa Ciwanên Şengalê derbarê êrîşa 14’ê adarê li  ser meşvanan daxuyaniyek niviskî ji raya giştî re weşandin û bang li ciwanan kirin her qadê vegerînin qada serhildan û têkoşînê.

Di daxuyaniyê  de bal kişand ser êrîşên 3’ê adarê û dan zanîn ku çeteyên Erdogan û PDK`ê deskeftiyên gelê me ne karin rakirin û ji bo pêşî li Xweseriya Şengalê bigirin, şoreşa Rojava tengav bikin, rêya çeteyên DAIŞ`ê vebikin û wiha gotin: “Ji bo Fermana 74’an serbixin êrişek qirêj anîn ser gelê me yê Xanesorê. Ji bo hatina van çeteyan werê fêm kirin şervanên Êzidxanê çûn pêşiya wan. Lê van çeteyên Erdogan û PDK’ê bi bêbextî gule li ser endamên YBŞ û YJŞ`ê barandin û êrîş kirin. Di encamê de 7 hevalên me hatin şehid xistin. Piştî vê xiyanetê me wek Meclisa Ciwanên Şengalê daxuyaniyek da. Di vê daxuyaniya xwe da me bang li hemû kesî kir û me got gelê me yê Êzidî bila di nava vê xiyanetê de cih negire.”

‘Em soza bilindkirina têkoşînê didin şehîd Nazê’

Ciwanan di daxuyaniyê de soza bilindkirina têkoşînê dan û gotin:“Pêwîst e ciwanên me êdî pêşengtiya hemû berxwedanên gel bikin û gelê xwe ji vê zihniyeta xiyanetê dûr bixe û biparêze. Dîsa çeteyên Erdogan û Barzanî bila ji axa me derkevin. Wek Meclisa Ciwanên Şengalê ji bo ku ev pirsgirêk mezin nebe û em dibêjin ji axa me derkevin. Em bi rêbazek demokratîk tevlî meşa gel a Xanesorê bûn. Bi girseyî  meşê destpêkir. Lê dîsa wan çeteyan gule li ser dayik, jin û ciwanan barandin. Hevala me  jina ciwan Nazê Nayif hate qetilkirin û gelek welatiyên me hatin birindarkirin. Em şehîd Nazê Nayif bi rêzdarî bi bîr tînin û soza bilidnkirina tekoşinê didin.”

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Em wek ciwanên Şengalê dibêjin wan hêzên tarî bangên me yên aştîxwaz û  demokratîk guhdar nekir. Meşa me hate astengkirin û hemû rêbazên me yên demokratîk xwestin vala derxin. Lê belê gelê welatparêz û azadîxwaz tu dewletekî li hember wan êrişên qirêj dengên xwe dernexistin. Me bı hezaran sala berxweda, me gelek xiyanet dît, gelek êş û elem dît, lê dîsa em xilas nebûn û xilas nabin. Me bi fikr û felsefa Serok APO xwe rêxistin kir.  Ji îro û pê de êrişek li hember gelê me çêbibe em ê qada ku ew êrişkar tê de ne veguherînin qada xwînê. Bedelê wê çiqas giran dibe bila bibe em ê li hember xeta xiyanetê bisekinin û kê di nav wê xiyanetê de cih bigre em ê hesab  bipirsin. Erdogan çawa li Bakur û Rojava de siyaseta wî ya qirêj bi ser neket, em ê ji siyaseta wî ya bi hevkarê wî Berzanî ya li ser axa Êzdixanê vala derbixin û mejiyê wan ên dagirker di qada Şengalê da bin ax bikin.”

‘Ciwan li Şengala pîroz xwedî derkevin’

Di daxuyaniyên de bang li ciwanan kirin: “Banga me ji bo tevahî ciwanên Êzidî re heye qadê hûn tê de ne hemû qadan vegerînin qadên serhildanê. Heta Şengal azad û xweser nebe ji me re xew heram e. Çawa tevahî ciwanên Kurd li Kobanê xwedî derket û êrîş û planên çeteyan li Kobanê vale derxisrtin, em jî bang li hemû ciwanên welatparêz û şoreşgeran dikin ku li Şengala pîroz û dîroka kevnar xwedî derkevin û ji bo Şengalê dengên xwe bilind bikin.”

‘Em ê xeta xiyanetê li bin bixin’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em wek Meclîsa Ciwanên Şengalê Newroza 2017 li Serok Apo, gelê me yê Êzidî, tevahî gelên cihanê û hemû ciwanên şoreşger û welatparêz pîroz dikin. Bi ruhe şehîdên nemir şehîd Mazlum Dogan û şehîda me yê herî dawî şehîd Nazê nayif em ê heta dawî di xeta şehîdên xwe de bimeşin û heta dawiyê em ê li hember hemû êriş û dagirkeran bisekinin û xiyanetê li bin bixin. Me li ber xwe da em ê li ber xwe didin em ê heta dawi li ber xwe bidin.”

(ekip)