Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Serêkaniyê tabûra xwe ragîhandin

SERÊKANIYÊ- Tabûra ciwanên Rojava ya bi navê şehîd Gabar Serêkaniyê li navenda ciwanan hate ragihandin.SRK-TABURE-CIWANAN-HATE-RAGIHANDIN (3)

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ên bajarê Serêkaniyê tabûra xwe ya ciwanan bi navê ʺşehîd Gabar Serêkaniyêʺ ava kirin. Şehîd Gabar Serêkaniyê di 18`ê Gulana 2017ʹan de di hemleya rizgarkirina bajarê Reqa yê şehîd bû.

Tabûra Şehîd Gabar Serêkaniyê bi merasîmekê hate ragîhandin. Bi dehan şêniyên Serêkaniyê û gundên wê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê ciwanan ve hate lidarxistin destpê kir.

Paşê Hevserokê Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) yê kantona Cizîrê Xelîl Osman  axivî û got ku di van gotina tekoşer Mazlûm Doxan a dibêje berxwedan jiyane bibîr anî û wiha got: ʺPartiya Karkerên Kurdistanê di tekoşîna azadiyê de gelek fedekarî da û îro serhildan û destkeftiyên li Kurdistanê berdewama tekoşîna şehîdane. Em îro jî pêngava 15ʹê Tebexê li tevahiya gelê xwe pîroz dikin. Di wê pêngavê de hêmanê tekoşîna gelê herêmê û riya azadiyê hate danîn.ʺ

Osman di dawiya axaftina xwe de jî avakirina tabûra ciwanan pîroz kir.SRK-TABURE-CIWANAN-HATE-RAGIHANDIN (5)

Di dawiya merasîmê de de jî ciwanan govend gerandin û stran gotin.

(ef)

ANHA