Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Silûkê ji bo azadiya Ocalan serî hildan

GIRÊ SPÎ – Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) di çarçoveya hemleyaʺSerî hildeʺde li navçeya Silûk a girêdayî Girê Spî meşek lidar xistin.GRISPI-CIWAN (2)

Meşa ku bi dehan ciwanên ji navçeya Silûk û gundewarên wê tevlî bibûn li ber çerxereya Beldê hate destpêkirin. Ciwanan bê navber dûrişmeyên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û daxwaza zelalkirina rewşa wî bang dikirin.

Ciwanan di meşê de ala YPG, YPJ, QSD û wêneyên Ocalan rakiribûn.

Meş li ber çerxereya Nahiyê veghurî mîtîngê. Piştî rêzgirtinê, Endama PYD`ê Xedîce Elî axivî û got ku tevî hemû astengiyan ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û bi bîr xist ku bi saya fikirê Ocalan gelên herêmê gihîşt azadiya xwe.XEDIGA ELI

Xedîce anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya hemû gel û taybet ciwanan e.

Mîtîng bi dûrişmeyên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.

(kc)

ANHA