Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Ciwanên Sûriyê nabin alavek di destê dagirkeran de‘

Dîmen

EKREM BEREKAT

MINBIC – Hevserokê Meclîsa Ciwanên Sûriyeyê Demokratîk Yûsif Xilêwî diyar kir bêdengiya li hemberê êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê, xwe dispêre tirsa wan ji projeya demokatîk a Bakurê Sûriyeyê.

Hevserokê Meclîsa Ciwanên Sûriyeyê Demokratîk Yûsif Xilêwî di hevdîtina li gel Ajansa Nûçeyan a Hawar anî ziman û got, ″Erdogan ditirse projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê derbasî Tirkiyê bibe û bi riya êrîşên li ser herêmê dixwaze vê projeyê têk bibe.″

Yûsif Xilêwî destnîşan kir ku Tirkiyê beriya ku êrîşên xwe yên li ser Efrînê dest pê bike, şerkeke çapemeniyê da meşandin da ku êrîşên xwe rawa bike û herêmê dagir bike.

Xilêwî bi navê Meclîsa Ciwanên Sûriyeyê Demokratîk Erdogan îşaret kir û got, “Eger te dikarî hin çeteyên bi navê Artêşa Azad bikira, em dibêjin ku ciwanên Sûriyeyê ne ji bo firotinê ne.”

Têkildarî gefxwarinên Erdogan ên dagirkirina Bakurê Sûriyeyê, Xilêwî diyar kir dagirkeriya Tirk ev 8 rojan êrîşî Efrînê dike û nikare gavekê sînorê Efrînê derbas bike. Xilêwî ev peyam da cîhanê, ″Gelê Bakurê Sûriyeyê ne hesan e û dijnimên wê nikarin yek gavê pêş de bavêjin.”

Yûsif Xilêwî bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê rexne kir û destnîşan kir ku, projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê her geş dibe û mezin dibe û di çarçoveya tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn berfireh dibe. Xilêwî wiha domand, ″Piraniya dewletan jê ditirsin, ji ber vê yekê dengê xwe nakin. Di serî de rêjîma Sûriyê ya ku qaşo banga yekîtiya xaka Sûriyê dike, di dema ku dagirkeriya Tirkiyê Eskenderûn ji Sûriyê qût kir de, bêdeng bû. Vaya balafirên Tirkiyê rojana xaka Sûriyê binpê dike û heta niha dengê xwe dernexistiye.”

Xilêwî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hemû sîstemên cîhanê û hêzên dagirker pilanên xwe li ser ciwanan pêk tînin û got, “Em xeteriya vê yekê baş dizanin, dagirkeriya Tirk îro bi navê Artêşa Azad ciwanên Sûriyê ji bo pêkanîna planên xwe li ser Efrînê bi kar tîne. Em wekî ciwanên Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk me xwe birêxistin kiriye da ku nebin alavek di destê dewletên cîhanî û herêmî de.”

Hevserokê Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk diyar kir ku Tirkiyê li dijî gelê Sûriyeyê û di serî de ciwan şerekî taybet dimeşîne û got ku ciwanên herêma Cizîrê û Minbicê li hemberî dagirkeriya Bakurê Sûriyeyê seferberî ragihandine û şerê taybet vala derxist.

Xilêwî da xuyakirin ku ciwanên Minbicê di Kongreya xwe ya yekemîn de nameyek ji Erdogan û cîhanê re şandin û gotin ku ciwanên Minbicê nayên kirîn, ji bo belavkirina demokrasiyê û yekîtiya xaka Sûriyê tev digerin. Xilêwî wiha axivî, ″Tevlîbûna ciwanên Minbicê ya seferberiyê bi navê “Em hemû Efrîn in” diyar dike ku Minbic xwişka Efrînê ye.″

Hevserokê Meclîsa Ciwanên Sûriyeyê Demokratîk Yûsif Xilêwî bang li hemû ciwanên Sûriyeyê kir ku yekîtiya xwe xurtir bikin û li hember fikirên ku parçebûna Sûriyê armanc dike, rawestin.

(bb/mm)

ANHA