Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Tebqa di yekem çalakiya xwe de êrîşên Tirkiyê  şermezar kirin

TEBQA – Ciwanên Tebqa û gundên wê di yekem çalakiya xwe ya piştî rizgakririna bajarê wan de lidar xistin, êrîşên Artêşa Tirk a li ser Şehba û Efrînê şermezar kirin.

Bajarê Tebqa û gundên wê di 10 gulana derbasbûyî de ji aliyê hêzên QSDʹê ve hate rizgarkirin. Ji wê demê ve di bajarê Tebqa de xebatên rêxistinî û xizmetgozarî pêk hatin. Ciwanên Tebqa jî wekî ciwanên herêmên din rêxistina xwe pêş xistin û di hemû meclîsan de komîteyên xwe yên taybet ava kirin.

Ciwanên Tebqa niha jî êdî dest bi çalakiyên xwe dikin. Ciwanan di yekem çalakiya xwe de bruşûrên ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrîn û Şebayê şeremzar kirin. Ciwanan biruşûr li kolanên bajaroka El-Cirniye û bajaroka Mehmûdlî û bajarê Tebqa jî belav kirin. Ciwanan her wiha biruşûrên têkildarî mijarê li dîwanan jî xistin.

Bi dehan ciwanên Tebqayê tevlî çalakiya duh dest pê kir û 2 rojan dewam kir. Ciwanan gotin ku dê çalakiyên xwe yên li dijî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bidomînin.

Ciwanên Tebqayê di dema rêjîmê û di dema çeteyan de ji hemû mafên xwe bê par mabûn û wekî alavên şer dihatin bikaranîn.

(mh/dc)

ANHA