Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Tebqa: Em ê jî Efrînê biparêzin

KOBANÊ – Ciwanên bajarê Tebqayê ku tevlî çalakiya protostokirinê ya li Kobanê bûn diyar kirin ku ew amade ne Efrînê biparêzin.

Çalakiya protostokirinê ya ku ciwanên Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye di roja xwe ya 7’emîn de didome.

Ciwanên ji bajarê Tebqa yê herêma Reqa û nûnerên Meclîsa Navçeya Şêranê ya Kobanê jî îro tevlî çalakiyê bûn.

Ciwanên Tebqayê li wir daxuyaniyek dan û tecrîda giran a li ser Ocalan bi tundî şermezar kirin.

Ciwanan destnîşan kir ku piştî hemû hewldanên Tirkiye yên li Bakurê Sûriyeyê val derketin, niha jî êrîşî Efrîn, Kobanê û Minbicê dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Em amade ne li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo parastina ax û gelê Efrînê şer bikin.”

(he)

ANHA