Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Tebqa seferberiya ji bo Efrînê bersivandin

TEBQA – Meclîsa Ciwanên Tebqayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi temamî amade ne beşdarî seferberiya ji bo parastina Efrînê bibin.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê ev 12 roj in bê navber li dijî welatiyên herêma Efrînê komkujiyan pêk tînin. Li hemberî vê yekê rêveberiyên xweser ên Bakurê Sûriyeyê seferberî ji bo parastina welatiyên Efrînê ragihandin. Girêdayî mijarê Meclîsa Ciwanên Tebqayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew bi temamî ji seferberiyê re amade ne û dê beşdarî berxwedana parastina Efrînê bibin.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyêk Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Leyla El-Ebdi ve hate xwendin wiha hate gotin: “Ji bo parastina welatiyên herêma Efrînê û giştî Bakurê Sûriyeyê em ji seferberiyê re bi temamî amade ne. Em ê bi rihê fedekariya Ş. Avesta Xabûr li dijî hovîtiya terorîstan li ber xwe bidin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku berxwedana ku niha li Efrînê li dijî hovîtiya artêşa dagirker û komên terorîst tê meşandin ji bo parastina hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Bakurê Sûriyeyê hate kirin ku li dijî hovîtiya artêşa dagirker û komên terorîst beşdarî berxwedana serdemê ya Efrînê bibin.

(jh)

ANHA