Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Tebqayê Berxwedana Serdemê silav kirin

Dîmen

TEBQA – Bi dehan endamên Meclîsa Ciwanên Tebqa û Jinên Ciwan ên bajarê Tebqayê bi aramanca piştgirtiya Berxwedana Serdemê dest bi meşa xwe kirin.TIBQA MEŞA CWANA- (2)

Meşa ciwanan di saet 10:00’an de ji bajaroka EL-Rimêla ya girêdayî bajarê Tebqa ya Bakurê Sûriyê dest pê kir.

Di meşê de wêneyên şehîd Avesta Xabûr, ala Yekîtiya Ciwanên Ereb ên Demokratîk, Meclîsa Jinê Sûriyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Tebqa, Meclîsa Sûriya Demokratîk û her wiha pankartên bi nivîsên “Bi rihê ciwanan em ê dijmin ji herêmê derxînin, Em hemû Efrîn in û Efrîn li ber xwe dide” hatin hildan.

Meşvanan di meşa xwe şaxê zeytûnan rakirin û bi yek dengî qîr kirin ku Efrîn ne bi tenê ye, Bijî Berxwedana Efrînê û bi can bi xwîn bi te re ne Efrîn.

Artêşa Tirk a dagirker û bi hevkariya çeteyên DAIŞ’ê û EL-Qaîdê ji 20’ê Çileyê ve êrîşî Efrînê dikin. Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li dijî herêma Efrînê heta niha zêdeyî 180 sivîl şehîd bûne ku piraniya wan zarok û jin in û zêdeyî 400 kes ji ber topbaranê birîndar bûne.TIBQA MEŞA CWANA- (3)

Bi dehan şênî û zarokên gundê Ebû Redanî jî tevlî meşa ji bo piştgirtiya Efrînê bûn û berxwedana Serdemê silav kirin.

(bx)

ANHA