Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Tebqayê girîngiya yekîtiyê li hember dagirkeriyê vegotin

Dîmen

TEBQA – Endamên Meclîsa Ciwanên Tebqayê diyar kirin ku ew amade ne Efrînê biparêzin û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya li hember êrîşên dagirkeriyê.

Meclîsa Ciwanên Tebqayê û Yekîtiya Jina Ciwan duh ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê, meşek organîze kirin.

Endamê Meclîsa Ciwanên Tebqayêya bajaroka Cerniye Wail Şêx axivî û diyar kir ku ew bi çalakiya xwe lehengiya şervanên azadiyê ya li hember terora Erdogan silav dikin.

Endama Rêveber a Yekîtiya Jina Ciwan a Tebqayê Leyla Ebid jî diyar kir ku ew amade bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê û wiha domand, ″Em ji dagirkeriya Osmanî û qatil Erdogan re dibêjin ku em destûr nadin axa me dagir bibe.″

Hevserokê Komîteya Ciwan û Sporê Minewer Edad jî wan bi çalakiya xwe ji tevahî cîhanê re gotin ku gelê herêmê bi hemû pêkhate û netewên xwe li hember dagirkeriyê û komploya navneteweyî yek e. Minewer wiha got, ″Wek ciwanên Ereb em ê seferberiyê ragihînin, axa welatê xwe û hemû destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê biparêzin.″

Endama Meclîsa Ciwanan Îsra Ehmed jî destnîşan kir ku heta ku dagirkerî bi dawî bibe û komkujî bêne rawestandin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

(mm)

ANHA