Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Tirkmen yekem meclîsa xwe ava kirin

 

GIRÊ SPÎ- Ciwanên tirkmen ên cihê xwe di nava Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) de digirin yekem Meclîsa xwe ava kirin.GIRESPI-AVAKIRNA-MECLISA-CIWANEN-TURKIMAN2

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) bi hedefa avakirina Meclîsa Ciwanên Tirkmen li gundê Hemam Tirkmen a dikeve başûrê rojhilatê Girê Spî civîn li dar xistin.

Di civîna ku bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir de  bi dehan ciwan amade bûn. Rêveberiya YCR`ê ya Girê Spî Mihemed Hesen rewşa siyasî ya herêmê û bandora wê li ser ciwanan nirxand.

Hesen di berdewama axaftina xwe de  bal kişand ser rol û girîngiya rêxistinkirina ciwanan û xebatên avakirina meclîsê anî ziman. Piştî axatinê nîqaş hatin kirin û ciwanan nerînên xwe parve kirin.

Di dawiya civînê de 4 ciwan ji bo Rêveberiya Meclîsê hatin hilbijartin û du ji wan weke endamên Kordînasyona Giştî ya Ciwanên Tirkmen hatin hilbijartin. 5 komîten parastin, raghandin, çand û huner, werzîş û perwerde jî hatin avakirin.

(np/dc)

ANHA

GIRESPI-AVAKIRNA-MECLISA-CIWANEN-TURKIMAN1