Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Tirkumen beşdarî hemleya “Serî Hilde” bûn

 

GIRÊ SPΖ Meclîsa Ciwanên Tirkumen bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo hemleya “Serî hilde” ragihand.

Daxuyaniya Meclîsa Ciwanên Tirkumen a navçeya Silûk a kantona Girê Spî bi amadebûna bi dehan endamên meclîsê li bajaroka Hemam Tirkumen hate xwendin. Ciwanan ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan bilind kiribûn daxuyanî dane raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê endamê meclîsê Xalid El-Tirkumenî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wekî Meclîsa Ciwanên Tirkumen tevlîbûna xwe ya ji bo hemleya ‘Serî Hilde‘, ya ku Yekîtya Ciwanên Rojava hatiye ragihandin, îlan dikin, da ku ji cîhanê re diyar bikin ku gelên Bakurê Sûriyeye, Ereb, Kurd, Tirkumen, Ermen ji bo azadiya Rêberê xwe yeke in. Felsefeya Ocalan em ji zulm û koletiyê rizgar kir.”

Di berdewama daxuyaniyê de, hate destnîşankirin, ku dagirkeriya Tirkiyê di çarçoveya şerê taybet de, agahiyên derbarê rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav dike û wiha hate gotin: “Piştî li hevkirina di navbera Tirkiyê, Sûriyê, Îran  û Îraqê de, dijniman formeke nû ji komployên xwe da destpêkirin. Armanc ji vê yekê ew e ku gelê Bakurê Sûriyeye têk bibin. Em komploya li dijî rêberê xwe wekî komployekê li dijî azadiya xwe bi nav dikin.”

Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew ê berisva her êrîşan bidin û ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe mezintir bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî serok APO, bê Serok jiyan nabe, bijî netewa demokratîk, bijî ciwanên azad, ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê re na” bi dawî bû.

(bb)

ANHA