Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çiya Kurd: Divê gelê Kurd li hemberî polîtîkayên dijber xwedî helwest be

AMÛDE- Şêwermendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd bang her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hemberî polîtîkayên li dijî gelê kurd têne meşandin, têbikoşin û xwedî helwest bin.

Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Cizîrê ji bo êlên Ereban ên kantonê civîn li darxistin. Di civînê de pêşveçûnên siyasî û leşkerî li ser asta herêmî û cîhanî hatin nirxandin.AMUDE-CINVINTEV-DEM-ELEN-KURDRE2

Civîn li salona Beylesan a bajarê Amûde ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TEV-DEM`ê hatibû xemlandin, pêk hat.

Di civînê de bi dehan Rûsipiyên Êlên Ereban ên herêmê, Şêwermendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd û Hevserokên Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM`ê Ebduselam Ehmed û Îhan Murad amade bûn.

Piştî deqeyekê rêzgirtine Hevserokê Buroya Têkiliyên Dîplomasî yê TEV-DEM`ê Ebdulselam Ehmed destbi axavtinê kir û hedefa wan ji organîzekirina civînê wiha vegot: ʺEm ê di vê civînê de nêzîkatiya aliyên ku dixwazin fitne têxin navbera pêkhateyên herêmê û rewşa siyasî û leşkerî ya herêmê û cîhanî binirxînin.ʺ

Di berdewamiya civînê de Şêwermendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd axivî û got: ʺAloziya Sûriyeyê ketiye sala xwe ya heftan. Ne mumkine ku aloziya Sûriyeyê bê gelê wê were çareser kirin û xwîn jî nayê sekinandin. Kîjan pêkhate ji çareseriyê dûrmîne û mafê wê neyê dayîn, aloziya Sûriyeyê nayê çareser kirinʺ.

Çiya Kurd balkişand ser polîtîka Tirkiyê ya kûrkirina aloziya Sûriyeyê û ev tişt got: ʺDewleta Tirkiyê bi hemû derfetên xwe hewldide ku deriyê çareseriyê li pêşiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bigre. Destekê dide gurûpên çeteyan, gelê Sûriyeyê işkence dike û aliyên dibêjin em nûnertiya gelê Sûriyeyê dikin, wan ji bo pilan û berjewendiyên xwe dide bikaranîn.ʺ

Têkildarî vê mijarê Çiya Kurd êrîşa çeteyên PDK/AKP`ê nirxand û got: ʺÇeteyên PDK/AKP`ê dixwazin fitne têxin navbera gelê kurd û divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî vê polîtîkayê şiyar bin û xwedî helwest bin.ʺAMUDE-CINVINTEV-DEM-ELEN-KURDRE1

Çiya Kurd di dawiya gotinên xwe de bang li PDK`ê kir û wiha got: ʺBila PDK`ê dev ji polîtîka xwe berde, têkiliya xwe bi dijminê ku dixwaze xwîna gelê Kurd birije, qut bike. PDK`ê bila dest bi danûstandinên siyasî bike û ji bo yekîtiya gelê kurd û hemû nakokî werin çareserkirin, Kongreyê Netewî were li dar xistin.ʺ

Nirxandinên civînê hîna berdewam dike û tê payîn ku di dawiya civînê de daxuyanî were dayîn.

(np/dc)

ANHA