Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çiya Kurd ji Efrînê: Tirkiyê ji biratiya gelan ditirse

Dîmen

EFRÎN – Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Çiya Kurd diyar kir ku pîlana dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê di encama berxwedana şêniyên Efrînê de têk çû û ev tişt anî ziman: “ARmanca dewleta Tirk ew e ku gelê herêmê ji biratiya gelan bitirse. Lê em ê hevgirtina xwe û biratiya gelan heta dawî biparêzin.”EFRIN-CIVIN-DERBARE-REWSA-HEREME-5

Çiya Kurd di civîna ku TEV-DEM’ê ji şêniyên bajarê Efrînê re lidar xist axivî û geşedanên sê hefteyên derbasbşyî nrixand. Civîn bi beşdarbûna Hevserokê Meclîsa RÊveberiya Xweser a Efrînê Osman Şêx Îsa û sedan welatiyên Efrînê hate lidarxistin.

Civîn bi rêzgiritinê destpê kir û paşê Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Çiya Kurd li ser berxwedana şêniyên Efrînê ya li dijî dagirkiriya deleta Tirk û çeteyên wê axivî û wiha got: “Serokomarê Tirkiyê Erdogan, di destpêka êrîşa xwe ya li ser Efrînê de got ku heman çend satan û wê Efrînê dagir bikin. Lê îro êrîşa wan ket 22’an de lê hîn jî Tirk di xewna pêşkketinê de ne, Artêşa wan di eniyên şer de têk diçin.Rojane bi dehan kuştiyên wan ji Efrînê dibin Enqere, Istembol û herêmên din ên Tirkiyê”

Kurd di berdewama axaftina xwe de jî estnîşan kir ku êrîşa li ser Efrînê ji ber ku dewleta Tirk ji biratiya gelan a di herêmê de pêş ketiye ditirse û wiha dom kir: “Baweriya Erdogan ku ji kalepîrên xwe girtiye, xwe disperse nijatperestiyê. LÊ em ê hevgirtina xwe ya gelên Bakurê SÛriyê heta deqeya dawî biparêzin, buhayê wê çi be bela bibe, em ê tu carî jê gavan paş de navêjin.”

Kurd, her wiha bal kişand ser êrîşên wan a li dijî sivîlan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojane bi dehan sivîl hedef digrin. Heta niha bi sedan insan ji ber êrîşa wa a li dijî nirxên mirovahiyê jiyana xwe ji dest dane.”

Derbarê bê dengiya Hikûmeta Sûriyê derbarê êrîşên li ser Efrînê jî Çiya Kurd wiha got: “Hikûmeta Sûriyê qelse û nikare tiştekî bike. Ji ber biryarên wê ne di destê wê dene, biryarên wê di destê dewletên ku piştgiriyê didin wê wekî Rûsiya û Îranê de ye.JI ber vê yekê dewleta Tirk bi kêfa xwe di li ser sînorê wê tevdigere. Me berxwedan pejirand û em ê vê xaka ji êrîşkarên Tirk re bikin goristan. Mayîna gelê me heta niha li ser xaka wî serkeftine.”EFRIN-CIVIN-DERBARE-REWSA-HEREME-4-300x200

Di berdewama civînê de Hevserokê MEclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Efrînê Osman Şêx Îsa jî axivî û got ku xaka zeytûnan cihê gelek şareistaniyaniyên mirovaiyê ye, wê li ber çete û teroristan bibe bendeke zehet wê nikaribin derbas bikin û wiha dom kir:”Em ê heta dawî liber xwe bidin û em ê teslîmkariyê qebûl nekin. Em ê bostek ji xaka xwe ji wan re nehêl in. Emê bihêlin vir ji Tirkan re bibe mînek ku mijara guhertina dîmografiya herêmê ji sere xwe bavêjin.”

Di dawiya civînê de mizgîniya xistina hilîkopterek Artêşa Tirk ku bi destê şervanên QSD’ê li gundê Qodê ya Raco pêk hat ji welatiyan re hate parvekirin. Welatiyan bi diruşmeyan û tilîliyên jinan agahî pêşwazîkirin.

(dc)

ANHA