Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çiya Kurd: seferberî ne lawazbûnek e, lê belê alîkariya berxwedana serdemê ye

Dîmen

ALVA OSÎ – AZAD SÊFO

NAVENDA NÛÇEYAN – Bedran Çiya Kurd diyar kir ku seferberiya hatiye ragihandin ne lawazbûnek e lê belê alîkariya berxwedana hêz û welatiyên Efrînê li dijî hovîtiya dewleta dagirker a Tirkiyeyê ye û destnîşan kir ku helwestên navnetewî li hemberî êrîşên li dijî Efrînê weke piştgiriya dewleta Tirk diyar dibin.

Di çarçoveya helwestên li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li hemberî Efrînê de, Şêwermendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd di hevpeyvînekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re diyar kir ku tevî hemû hêza dewleta Tirk a dagirker û derfetên wê yên leşkerî ku li dijî destkeftiyên welatiyên Bakurê Sûriyeyê bikar tîne, rastî berxwedaneke leheng ji aliyê welatiyên Efrînê ve tê.

Hevpeyvîna bi Çiya Kurd re wiha ye:

  • Bi nêrîna we çima dewleta Tirk êrîşî herêma Efrînê dike û çima bi taybet di vê demê de?

Bê guman êrîşa dewleta Tirk li dijî herêma Efrînê di vê demê de ne sudfeyek e, evan êrîşên wê girêdayî rewşa hundirîn a Tirkiyeyê û rewşa giştî ya li Sûriyeyê ne. Di sala bê de hilbijartinên serokatiya Tirkiyeyê dê bêne lidarxistin û Erdogan xwe ji van hilbijartinan re amade dike. Erdogan hewl dide helwestên netewperest û olperest gur bike û di encamê de da ku careke din weke serokê Tirkiyeyê were hilbijartin. Her wiha Erdogan hewl dide ji qonaxa ku Sûriye têre derbas dibe sûd werbigire û hin berjewendiyên xwe bi riya Ixwan Muslimîn pêk bîne da ku desthilatdariyê radestî wan bike. Ji ber vê yekê Erdogan bi hemû hêz û derfetên xwe alîkariya komên çete yên li Sûriyeyê dike. Piştî ku di aliyê siyasî û leşkerî de têk çû, dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşeke hovane li dijî herêma Efrînê dest pê kir.

  • Gelo bandora van êrîşan li pêngava aştiyê li Sûriyeyê çi ye, bi taybet di van demên ku konferans tên lidarxistin?

Li gorî rewşa giştî Sûriyeyê herêmên Bakurê Sûriyeyê herî zêde aramî û bi ewle ne. Beriya niha jî me got ku êrîşeke li dijî van herêmên bi ewle dê aloziya giştî Sûriyeyê dijwartir bike. Her wiha evan êrîş li dijî hewldanên siyasî yên çareserkirina aloziya Sûriyeyê ne ku di sala xwe ya heftemîn de berdewam dike û li hemberî çareseriya siyasî dibe bendek. Li rex van êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyeyê li dijî herêma Efrînê û gelek deverên din ên Bakurê Sûriyeyê ne pêkan e pêngava aştiyê yan konferanseke weke Soçî bi ser bikeve.

  • Gelo li rex van êrîşan eger hûn ji bo Soçî bêne vexwendin, hûn ê vexwendinê pêk bînin?

Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk eger ji bo konferansa Soçî em bêne vexwendin jî em ê vê vexwendinê red bikin, ji ber ku beşdarbûna me tê wateya erêkirina êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyeyê, ji ber ku yên banga vê konferansê kirine dewleta Tirk û Rûsyayê ne.

Divê Rûsya baweriya ku gelê Sûriyeyê jê wergirtiye vegerîne û ji bo rêgirtina li pêşiya komkujiyên dewleta Tirk yên li dijî welatiyên Efrînê bi rola xwe rabe û piştre em dikarin beşdarbûna xwe ya Soçî gotûbêj bikin.

  • Bi nêrîna we çima helwesta dewletên navnetewî li hemberî van êrîşan ne zelal e?

Helwesta dewletên navnetewî û bi taybet Rûsya û Emerîka helwestên fedok in û em van helwestan weke piştgiriya dewleta Tirk di pêkanîna komkujiyan de dibînin. Divê helwesta wan rêgirtina li pêşiya van êrîşan be. Lê mixabin ji destpêka êrîşên li dijî herêma Efrînê ti delweteke navnetewî helwesteke zelal nîşan nedaye û berûvajî wê weke piştgiriya bi dewleta Tirk re tên nîşandan. Ev yek tê wateya ku helwestên van dewletan hişt ku Erdogan hovîtiya xwe li dijî welatiyên sivîl zêde bike.

Ji ber vê yekê divê dewletên navnetewî bi awayekî zelal helwesta xwe nîşan bidin û beşdarî çareseriya aloziya Sûriyeyê bibin û di nava wan de Rûsya. Emerîka û Yekîtiya Ereban ku xwe weke berpirsyarên hemû dewletên Rojhilata Navîn bi nav dikin, helwesta xwe nîşan bidin û rê li pêşiya van hovîtiyên li dijî welatiyên Efrînê bigirin. Dewleta Tirk bi riya van êrîşên xwe ti carî rêzê ji serweriya axa Sûriyeyê re nagire û hemû qanûn û pîvanên navnetewî binpê dike.

  • Li gelek delwtên cîhanê xwepêşandanên piştgiriya bi berxwedana welatiyên Efrînê re hatin lidarxistin, gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Berxwedana ku welatiyên herêma Efrînê û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê hişt ku giştî gelên cîhanê piştgiriya xwe bi berxwedanê re nîşan bidin. Ev piştgiriya bi Efrînê re cihê rêzdariyê ye. Divê asta têkoşînê were bilindkirin ji ber ku berxwedana li Efrînê tê meşandin berxwedana mirovahiyê li dijî sîstemên faşist e.

  • Weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk we seferberî ragihand. Gelo sedema seferberiyê çi ye û armanca we jê çi ye?

Dema ku êrîşek li dijî herêmeke Bakurê Sûriyeyê pêk dihat herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê bi hemû derfetên xwe radibûn ser piyan û êrîş şermezar dikirin. Niha herêma Efîrnê rastî êrîşeke hovane tê, lê herêma Efrînê beşekî ji Bakurê Sûriyeyê û giştî Sûriyeyê ye.

Ji ber vê yekê hemû welatiyên herêmên Bakurê Sûriyeyê li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê seferber bûn û piştgiriya xwe bi berxwedana şervanan û welatiyên Efrînê re bi hemû hêz û derfetên xwe nîşan dan.

Dewleta dagirker a Tirkiyeyê bi hemû hêz û derfetên xwe yên leşkerî û çapemenî û heta bi derfetên xwe yên aborî êrîşî destkeftiyên gelên Bakurê Sûriyeyê dike, ji ber vê yekê gel li hemberî vê dagirkeriyê li ber xwe dide.

  • Gelek dezgehên çapemeniyê seferberî weke sînordarbûna hêzên Efrînê nîşan dan. Gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Berûvajî vê yekê, ragihandina seferberiyê nayê wateya lawazbûnê, lê belê weke piştgirî tê nîşandan, ji ber ku êrîş û kamployên li dijî gelên Bakurê Sûriyeyê bi awayekî hovane û berfireh tên meşandin, ji ber vê yekê divê em asta serhildana xwe bilind bikin û em bi hemû hêz û derfetên xwe serferber bibin. Ji bo em karibin van komplo û êrîşan têk bibin ji hemû welatiyan tê xwestin ku bi hemû derfetên xwe serferber bibin ji ber ku aliyekî ji bilî gel ku hêzên QSD’ê alîkariya xwe jê werbigirin tune ye.

  • Gotina we ya dawî.

Ez dixwazim diyar bikim ku evan êrîş li dijî hemû gelan e û ne tenê li dijî gelê Kurd e. Evan êrîş jiyana hevbeş û biratiya gelan li herêmê armanc dike. Ji ber vê yekê divê hemû gelên herêmê bi berpirsyariyên xwe rabinn û helwesta xwe ya guncaw nîşan bidin. Her wiha divê çalakiyên xwe yên li dijî dewleta dagirker a Tirkiyeyê berdewam bikin. Divê her kes bizanibe şikandina van êrîşan tê wateya qonaxeke nû di çareseriya siyasî ya Sûriyeyê de. Ji ber ku astengiya tekane li hemberî çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê tenê dewleta Tirk e.

(jh)

ANHA