Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cotkaran hêviyên xwe spartine vê stasyonê

Dîmen

XALID EL-CUMAA

REQA – Stasyonên avê yên li derdora Reqayê ku avê didin erdên çandiniyê niha têne çêkirin û hêviyên cotkaran jî bi vê yekê girêdayî ne.REQA-COTKARIN U JI PO AVI BXCIA (1)

Welatiyên Reqayê berê bi riya kenalên avê ji Çemê Firatê erdên xwe yên çandiniyê av didan. Lê çeteyên DAIŞ’ê ku ev herêm dagir kiribûn, stasyona û tirimpeyên avê xerab kiribûn.

Komîteya Aborî ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê li ser daxwaza cotkarên herêmê dest bi xebatên tamîrkirin û sererastkirina stasyona avê ya li gundikê El-Ednaniyê kiriye û em dikarin bêjin ev xebat ber bi dawiyê ve çûne.

Ev stasyon 33 km dikeve bakur-rojavayê bajarê Reqayê û bi qasî 15 metreyan avê bilind dike û ji kenala sereke ya avê dide kenalên dîtir, bi riya vê stasyonê nêzî 10 hezar hektar erdên çandiniyê yên derdora Reqayê têne avdan.

Endizyarê ku xebatên sererastkirinê bi rêve dibe Fadil Mustefa têkildarî mijarê got “Em bi şev û roj kar dikin ku hemû tirimpeyên avê yên herêmê aktîf bikin. Em ji Meclîsa Sivîl a Reqayê dixwazin ku ceyranê bide xeta 66’an da ku stasyon were xebitandin.”

ISA FATIL

Cotkarê bi navê Îsa El-Taha jî ev tişt anî ziman “Hemû cotkarên herêmê erdên xwe çandin û bi hêvî ne ku stasyona avê careke din bixebite û avê bide van erdan.”

(he)

ANHA