Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cotkarên Şahbayê genimê xwe diçinin

Dîmen

RÊZAN CEBEL

ŞAHBA – Welatiyên gund û bajarokên rizgarkirî yên herêmên Şahbayê berhemên genimê xwe diçinin û li Kantona Efrînê bi cih dikin.SEHBA-BEREVKIRINA-GENIM1 ‫(1)‬ ‫‬

Li gund û bajarokên herêmên Şahbayê yên ku ji çeteyên dewleta Tirk hatin rizgarkirin, jiyan roj bi roj vedigere, welatî xebatên çandiniyê, gelek cûreyên berheman diçînin û berhemên xwe diçinin.

Welatiyên gund û bajarokên ″Til Rifet, Ihris, Mezrayên Fafîn, Kefer Naya, Kefer Nasih, Um Hoş, Um Qura, Herbel, Şêx Îsa, Hesacik, Werdiye, Helîse, Hasîn, Wehşiye, Neyrebiye, Şêx Kêf, Teane, Coba û hwd″ ên herêmên Şahbayê di vê demê de dest bi xebatên çinîna berhema genim kirine.

Welatî bi xebatên çandiniyê di rewşa dorpêça ku ji ber êrîşên çeteyên Tirkiyê li ser wan tê ferzkirin de, debara jiyana xwe dikin. Li herêmê 3 hezar hektar erd bi berhema genim hatine çandin. Lê ji ber germahiya rojê, sermaya şevê û barîna baranê, rêjeyeke mezin ji berhemên genim ziyan dît û her hektarek erd, 10 torbeyên genim dide.

Desteya Çandiniyê ya girêdayî Meclîsa Rêveberiya herêmên Şahbayê destek dan cotkaran û ji bo parastina berhemên çandiniyê ji kurma Sûna, derman pê reşandin. Her wiha torbeyên genim ji wan re peyda kirin.

Serokê Desteyê Qedûr Elo da zanîn ku genim ji berhemên girîng ên ku li ser herêmê têne çandin û wiha domand: ″Ji ber vê yekê me bi derfetên kêm pêdiviyên welatiyan bi cih anîn da genim were çandin.″QEDUR ELI

Elo anî ziman ku wan bi koordîneya bi Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê re, cihê depokirina genim li Kantonê peyda kirin û got ku depoyên li herêmên rizgarkirî ji ber êrîşên çeteyan, hatine rûxandin.  Elo ev tişt got: ″Her torbeyekî genim bi 510 L.S ji welatiyan re tê firotin. Heta niha 47 ton genim li Efrînê hatine bicihkirin.″

Elo diyar kir ku ew ê xebatên firotina genim li herêmê Şahbayê birêve bibin û miqdarekî jê hilînin, da di rewşên awarte de, li welatiyên herêmê belav bikin.

Cotkarên herêmên Şahbayê yên rizgarkirî genimên xwe li depoyên bajarokên Mari, Til Rifet û Şewarxa bi cih dikirin. Lê ji ber ku bajaroka Mari di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyê de ye û depoyên Til Rifet û Şewarxe ziyan dîtine, genim li Kantona Efrînê tê bicihkirin.

(mm)

ANHA

SEHBA-BEREVKIRINA-GENIM1 ‫(164364801)‬ ‫‬