Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cotkarên Tirbespiyê tov û semadê werdigrin

QAMIŞLO – Meclîsa Çandiniyê ya navçeya Tirbespiyê dest bi belavkirina tov û semadê li koperatîf û cotkaran kir. Meclîsê bang li cotkaran kir ku daxwaznameyên xwe ji bo wergritina madeyên dijî mêş û mûran pêşkêş bikin.TIR-MECLISA-CANDINIYE (2)

Meclîsa Çandiniyê ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi armanca destekdayîna bi cotkaran re, dest bi belavkirina tovan kirin. Di vê çarçoveyê de meclîsê miqdarên mezin ji tovê genim li cotkaran û koperatîfan belav kir.

Hejmara koperatîfên çandiniyê yê ku îsal li navçeya Tirbespiyê 15 in, ji bo van koperatîfan hezar û 900 donim hate veqetandin. Meclîsê 265 ton tovê gendim û 200 ton ceh pêşkêşî wan kir.

Meclîsa Çandiniyê, wek destekdayîna bi cotkaran re, wê dirêjahiya salê tov pêşkêşî wan bike, li ser esasê ku cotkar paşê heman miqdarê li meclîsê vegerîne anî jî buhayê ku her kîloyeke 160 lêreyên Sûrî bide.TIR-MECLISA-CANDINIYE (3)

Meclîsê her wiha 30 ton semada Yorya ya %46 belav kir û ji bo demên pêş semada Super ew jî ya 46% pêşkêş bike.

Meclîsê, 265 hezar ton genimê Doma 1, Doma 2, Doma 4 û Şam 7 li cotkaran belav kir.

Meclîsê bang li welatiyan kir ku ji bo wergirtina dermanê li dijî mêş û moran daxwaznameyên xwe pêşkêş bikin, da ku  da ku meclîsê karîbû derman bê pare ji wan re peyda bike.

(rr)

ANHA